Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter a SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin, di roja 4’an de didome. Çalakî, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Riha, Dîlok, Amedê, aktîvîstên TJAyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Çalakî bi stranên kurdî û gerandina govendê domiya. Piştgiriya bi nobetê re her ku diçe zêdetir dibe.
Di çalakiyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye”, wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla Dewleta Tirk ve bi SÎHAyan hatin kuştin û dovîzên “Rojava xeta me ya sor e” hatin hilgirtin û daxuyanî hat dayin.
Hevseroka Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirina re (KATDER) Fatma Akbaş di daxuyaniyê de got ku ew ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine ser sînor û dê berxwedana wan a li dijî êrîşan bidome.
Hevserokê DEM Partiyê yê Farqîn a Amedê Niyazî Soner jî berxwedana hevpar a li dijî êrîşên sala 2014an ên li ser Kobanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve.’ Heke Kobanê wê rojê neketibe dê îro qet nekeve. Dilê me bi Rojava re ye. Kobanê Farqîn e, Farqîn Kobanê ye.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê Zozan Ayhan jî got: “Gelê kurd aştiyê dixwaze” û anî ziman ku dê li dijî êrîşan li ber xwe bidin.
Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan jî da zanîn ku Tirkiye li gorî xwe hincetan çêdike û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha axivî: “Banga me ji bo Tirkiyeyê ye; Rojava heta niha yek gule bernedaye Tirkiyeyê. Tirkiye dixwaze gelên li wir ji holê rake. Tirkiye jiyana li wir hedef digire. Em Kurd êrîşên ser Rojava qebûl nakin. Li Rojava gelek nasnameyên cuda dijîn. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Em ê xwedî li jiyana li wir derkevin. Heke Tirkiye çareseriyê bixwaze ji ewil divê ji bo pirsgirêka kurd çareseriyê peyda bike.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşma “Rojava neket dê nekeve” bi dawî bû.