7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin

Mehmet Ocalan diyar kir ku divê hevdîtinên bi birayê wî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bidomin û wiha got: “Divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne.”

Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Ocalan di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3yê Adara 2020ê de bi Abdullah Ocalan re kiriye û wiha got: “Ji wê demê heta niha me tu hevdîtin bi girtiyên li Îmraliyê re nekirine. Di rejîmên herî paşvemayî û dîktator ên cîhanê de jî rejîmeke wiha tune ye. Daxwazên hevdîtinê her tim tên redkirin. Hevdîtin, mafê hiqûqî ye. Em dixwazin mafên me bên naskirin.”

Mehmet Ocalan, got ku çi dibe bila bibe hevdîtina dawî girîng e û wiha pê de çû: “Beriya niha Omer jî hevdîtinek kir lê ev hevdîtina malbatê bû. Hevdîtina birêz Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder hinek cuda bû. Lê hewceye ev pêvajo bidome. Ji hêla meseleya Kurd ve ev hatin û çûnên Îmraliyê erênî ne. Birêz Abdullah Ocalan weke her carê pir zelal e; çareseriya demokratîk dixwaze û her kes vê dizane. Lê em nizanin dewlet xwedî çi armancê ye.”

Mehmet Ocalan, da zanîn ku perspektîfa çareseriya demokratîk a Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma divê hevdîtin bidomin. Heke li Îmraliyê pêvajoya çareseriya demokratîk were destpêkrin, ne tenê Tirkiye dê gelên Rojhilata Navîn jî rehet bibin. Ji bo vê divê her kes rola xwe bilîze. Ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê, divê pêşiya birêz Abdullah Ocalan were vekirin. Li Rojava du rojnameger hatin kuştin. Çekên wan tune bûn, tenê wênekêşên wan hebûn. Heke ev pirsgirêk çareser nebe, temînata jiyana tu kesî nîne. Divê deriyên Îmraliyê li şande, parêzer û malbatan bên vekirin. Ev ne sedeqe ye, maf e. Domandina hevdîtinan, ji bo aştiyê girîng e.”

Ocalan, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar jî di ferqa girîngiya pirsgirêka Kurd de ye. Heke ev pirsgirêk were çareserkirin, dê xelkê herêmê rehet bibe. Lewma divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne. Em dixwazin hevdîtin bidomin û pêvajoya ku çareseriya demokratîk esas digire, pêş bikeve.”