Mehmet Akar ku duh êvarê li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir, li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê şehîd bû. Cenazeyê Akar rakirin Morga Saziya Tipa Edlî.
Hat hînbûn ku leşker û polisan gundê Axmeşatê yê navçeya Sûrê ku wê cenazeyê Akar lê bê veşartin dorpêç kirine.