12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meha îlonê êdî meheke bê qidûm e!  

Nizamettîn Ozturk

Meha îlonê ji bo gelek kesan meha hest, coş û bedewiya xwezayê ye. Ka em binerin, di nav wan 85 salan de, bi taybet di vê  meha ‘delalî’ de, bûyerên çawa qewimîne…

Ev meha îlonê ji bo gelek kesan meheke hestiyari û romantîzmê ye. Gelek ji tê hezkirin! Îlon, meha destpêka demsala payîzê ye. Dibistan û zanîngeh destpê dikin. Êdî pelikên dara zer dibin û diweşin. Ev jî dilê mirov tenik û zirav dike. Ji ber vê nepixîna hestên meriwan derdikeve asteke jor… Lê rewşa vê mehê, di nav dîroka nêzik a 85 salên dawî de, hêla neyînî her diçe diguhere! Dewsa hest, coş, romantîzme û bedeviya xwezayê; xof, fikarên kûr, tirs, belavkirina tirsê û şerên bedavî cih girtiye! Barên giran li ser pişta vê meha îlonê bar kirine. Ji ber vê ev jî bê qidûm ma…

Ka em binerin, di nav wan 85 salan de, bi taybet di vê  meha ‘delalî’ de, bûyerên çawa qewimîne:

1’ê Îlonê, destpêka şerê cîhanê ya 2’min e:

Sal 1939, 1’ê Îlonê hêzên artêşa Almanyayê, bi pêşengiya faşizm a Hîtler, êrîşek bêemanî bir ser Polonyayê! Li vir bûyerên wisa dijwar hat qevimandin ku; kirin, çêkirin hemû bê hempa bû!

Tev dagirkirina Polonyayê, heman rojê Şerê Cihanê yê 2’min jî dest pê kir! Lê şer li vir nema, li hemû erdnîgariya dinyayê belavbû.

Çend tifak pek hat û çend welat beştarî vî şerî bûn?

Gelek dewletan şer li ber deriyên xwe dîtin! Nêzî 30 welat beştarî şer bûn. Piranî dewletên levaz, hinekan jî bêdilî û bêhemdî, piṣtevaniyên devletên desthilatdarên navendî kirin. Ev şer di bin binyada du tifaqan de meşiya.

Tifaqa 1’emîn: Dewletên mutefiq (hevpeyman):

1-Yekîtiya Sovyeta Rusya,

2-Ingîlîztan,

3-DYA,

4-Fransa,

5- Komara Çîn.

Tifaqa 2’yemîn: Dewletên mîhver (pîştvanî):  

1-Almanya

2-Îtalya

3-Japonya

 Di vî şerî de, bedel gelek giran bûn!

Di vî Şerê Cihane yê 2’emîn de, warê mirovahiyê û manewiyetê, derbeyeke mezin li gelên Polonyayê xistin. Lewre devê gurên har li vê derê li xwîna mirovtiye ket. Li Polonyayê dijvarî; beemani di nav ‘firinan’ de şewat û bi çek û amûrên cuda cuda komkuji çêbû. Lê beriya komkujî û kuştinan destavetin hwd. Teqez pêkanîne. Li gorî çavkaniyan, mohra bênamûsiye û zilmê li ser natika welate Lehistanê hatiye daliqandin.

Gav bi gav ber bi Holokosta Yahudiyan:

Faşîzma Hîtler çend sal beriya şer jixwe rêya Holokosta Yahudîyan, di 1935’an de zagonen bi navê “Zagonên Nurnberg”ê vekir. Hikma van zagonan gelek giran bû û naverok: Mafên Yahudiyan ên sivîl hemû ji dest wan hatibû girtin! Beşeke din; Kesên mahkûm di nav Kampên Berhevkirinê de, heta ji hal ketinê an jî ber nexwaşiyê bimirin wekî koleyan bên xebitandin.”

Bi destpêka şer jî di hundire welat û hawirdorê 40 (çil) hezar cîhên kampên  berhevkirinê afirandin. Di nav wan kampên berhevkirinê de, bi destên hêzên “SS”an, gelek Netewe Yahudi, mileten Roman, kesen hindikahî, kesên dîl, mixalifên politik înfazên komî pêkanîn.

Beriya vî şerî li parzemina Ewrûpayê 9 (neh) mîlyon neteweyê Yahudi dijiya. Heyama faşîzma Hitler, navbera salên 1941 û 1945 an bi konsepte ku taybet, gorî çavkaniyan; ji mîlyonekê zêdetir zarok, derdorê 2 mîlyonan jin û 3 mîlyon mêr, yekûn 6 milyon bi her awayî qetil kirin û Holokosta Yahudiyan wisa pêkanîn.

Derba herî giran li Yekîtiya Sowyeta Rûsya û dûra Komara Çîn ê  ket:

Di varê kuştin û qetlîaman de, hema hema 27 milyon Mileten Ûris ên sivîl û leşkerên Yekîtiya Sowyeta Rûsya yê hatiye kuştin. Vendayê Komara Çîn derdora 20 mîlyona bûye…

“Xudiyê” şer, Dewleta Nazî ya Alman û welatin din:

Hinek çavkaniyan diyar kirin ku 5 mîlyon, hinek çavkaniyan jî diyar kirin ku zêdeyî 7 mîlyon milête dewleta Alman hatin kuştin. Ev dewletên bi şiklekî ketine nav şer gelek mirov ji wan hatin kuştin. Hetanî dawiya şer; hinek çavkanî herî kem: 60 mîlyon, hinek:74 û yekî din jî, herî zede 80 mîlyon mirovên dinya ye hatî kuştin; Ji ber nexwaşiyê û hwd. gelek mirin pekhatiye.

Em nikarin qala hejmara mirovên vendayî bikin… Ya din, hêla zerar û ziyan ji wekî wisa ye! Lewre wesîqe ye ku şênber hej destê me nînê.

Davîbûna şerê cîhanê yê 2’emîn û aqûbeta Adolf Hîtler?

Li hinek ‘cihî’ û ‘herêmên’ dûrî navenda şer, her çiqas şer dom kiribe jî, hêzên artêşa Sovyet Rûsyayê ket axa Almanyayê Berlîn dorpêç kir û di 8’ê Gulana 1945’an de, faşîzma Hîtler bê şert û merc têkçêyîn teqez qebûl kir û radest bû… Ev bûyera 8’ê Gulanê li parzemîna ewrûpayê bû daviya şer! Adolf Hîtler Jixwe hefteyek berê (30 ê Nîsanê) xwe kuştibû!

1’ê Îlonê çawa bû Roja Aştiya cîhanê?:

Belê, roja 1’ê Îlonê, cara ewil ji hêla Peymana (pakt) Varşovayê û tev Sovyet Rusyayê, bi wî halî “1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê” hat eşkerekirin. Armanc: (Xwedê giravî) “destpeka şer û hêzên faşîzma Hîtler heman rojê dagirkirina Polonyayê bila neyê birkirin û carekdin şer dernekeve!”

Paşê, du şer 42 sal şûnda, Lijne ya Gelemper ya Neteweyên Yekbûyî di 30’ê mijdara 1981’an de di  rûniştina 57’emîn de “21 ê İlonê Roja Aştî” qebûlkirin. Ev roj di 1982’an de hat pirozkirin. Piştre bi diroka roja aştiyê çend caran pêve hat lîstin… Daviya davî, roja îro “1 ê Îlonê Roja Aştiya Cîhane”, piranî hêla welatên aştîxwaz û miletên bindest li qadan te pirozkirin. Her netewe bi cil û bergên xwe beştarê cejne dibe û bi zimanê dayîka xwe aştiyê dixwazin… Îsal ji cejna “1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê” li hemû qadan bi coşên mezin hat pîrozkirin. Lê rastiyek heye; Gelê Kurd û dostên gelê kurdan, ji bo vê rojê, bi salane dikevin di nav hevldane ku, asta jor. Belê, ev sal jî bihurî çû, lê şer dîsa ma!

 Şer çima bi taybet li Rojhilata Navîn bênavber didome?

 Em hinek bala xwe bidin li ser axa Filîstînê! Di beriya şerê Cîhanê yê 1’emîn û heya daviya şerê cîhanê yê 2’yemîm Ingîlîztan li dinyayê desthilatiya navendî bû! Axa Fîlîstînê jî 1920’an heya daviya Şerê Cîhanê yê 2’yemin, di sala 1947’an de di bindeste Ingiliztanê bû! Bandora Ingiliztanê li ser herême gelek zêde bû! Di nav van salan de, bi sed hezaran yahudî koçber dianîn li axa filîstînê bi cih dikirin. Angaşta Yahudiyan pir mezin û dîrokî bû! Yahudîyên li Ewrûpa û welatên cuda cuda jiyan dikirin, lê çav û guhên wan axa Filîstîn û taybet li ser “Sîon”ê bû. Ev navê Kudîs ê ya berê ye. Yahudiyên bajarî dawiya sed sala XIX. de ji nava “Sîon”ê îlham girtin û “Sîyonîzm” afirandin… Sîyonîzm ji xwe re kirin bîrdozî û ragîhandin miletê Yahudîyan. Armanca wan li Filîstînê avakirina  devleta cûhiyan (yahûdî) bû. Ji ber vê Miletê Yahudi bi tenê serê xwe an jî ref bi ref, jî bo xatirê bergeha projeya sîyonîzmê dahatin Filistînê. Li vir cihên xwe fire dikirin. Lê ev rewş navbera herdu milletan dibû hinceta pevçûn û hêdî hedî şerê çekdarî dest pê dikir. 28 salan Ingîliztan bû berpirsyarê vî şerî. Di nav van salan de Mînak: Ji bo damezirandina devleta sîyonîst bingeh avadikir. Lê edî sazûmana dinyaye ya nû guhertin çedibû. Ango Ingîlîztan êdî desthilatiya navendî dewra Amerîkayê bikira. Berya wê ji bo çareseriya pirsgireka Sîyonîst û Ereban jî sala 1947’an de dewra  “Neteweyên Yekbûyî” kir. Demek şunda projeya Sîyonîst di 14’ê Gulana 1948, devleta Îsraîl hat damezrandin. Ev “Dewleta Portatîf” Tel Avîv ji xwe re kir paytext. Davîd Ggrun daxuyaniya damezirandinê xwendibû.

 Meriv hemberê dek û dolabên van emperyalîstên dagirker, şaşwaz dimîne!

Imparatoriya Îngîliztanê çend serdeman li ser hemû parzemînan, li dijî gelek netewe û gelên bêxwedî sucên mirovahiyê kir. Di vî varî de ku kevanekê vekim: Lê heman Dewletên Rojavayî jî dagirker bûn. Gelek gunehên mezin di sedsela 20’an de li tev Împaratoriya Ingîliztanê bi taybetî li Rojhilata Navîn neqişandin. Mînak: Du peywirdarê bêeman Sykot û Pîcot şandibûn herême. Van kesan di 16’ê Gulana 1916’an de bi dizîka di navbera hevde peymanek avakiribûn. Paşê Uris jî tev wan bû. Ev peyman, kirin û çêkirine gelek dirêje, di navda çarparçebûna Kurdistanê jî heye! Ev mijarek din e. Ez kevanê digrim.

Împaratoriya Ingîlîztane guneha herî mezin, de navbera du-sê salên davî de miletê Yahudî da lezkirin. Lê kembûna demografi û hindikbuna axe neda ber biçav, li ser axa Filîstînê devleta Israîlê damezirandin. Dijminatî evqas nabe. Karesetek xistin nava Rojhilata Navîn. Mazlûmen doh, bû zalime îro! Dewleta Sîyonîst, li ser miletê Filistinê agir dibarîne û komkujiyê dike. Vê gavê bi vê bêemanî ya xwe vegerya ser Libnanê… Hemû dinya dişopîne. Di meha îlone de jî xwîn herikî. Wê çawa be şerê dijvar bêdor û bênavber didomê. Rojhilata Navîn bûye bermîla barûdê…

Gelo, dewsa 1’ê Îlonê, roja ku dine, mînak 8’ê gulane qebul bikiran, hêjî baş nedibû?

Pogruma Stenbolê!

Di meha îlone de yek ji bûyerên dijvar jî 6-7’ê Îlona 1955’an ya Pogruma li Stenbolê bû. Du rojen reş û tarî berdevam kir. Ev rûreşiya mirovahiyê bû! Nîjadperestan erîşên gelek dijwar avêtin ser malan û kargehên, nijadên Rûm, Ermenî û Yahudiyan… Êrîşî hemû kesên dikandar, pişekar, hunermend û kargehan kirin. Yên êrîş li wan hatin kirin welatiyê vê devletê bûn. Li ser vê pogrumê 69 sal bihurî, hê jî ev birîna rûreş nehat pêçandin. Di navbera gelan de sucen ‘nefret’ afirandin wisa tesadûfî nînê. Malbatên Rûm, Ermeni û Yahudi  Piranî çûn welatên Ewrûpayê…

 12’ê Îlonê!

Hesab nedan û çûn!

44 sal berê îro, di nîvê şevê de, generalê herî bi qudret û çar alîkarên wê li ser TV’yên reş û sipî, derbeya 12’ê Îlonê eşkere kirin. Pişt re leşker ketin nava qad û qolanan. Panîk û neçarî ket nav dilê wellatiyan. Perde û panjûren şibakeyan bê valahî hatin girtin. Ronahiya nav avahiyan reş kirin… Di vê şeva bê qidûm şûnda, faşîzm wekî gindorekî li ser sazî û welatîyan derbas bû!.. Mixabin di nav pêvajoyê de kirinên bêhempa çêbûn ku, nayê ravekirin! Aqûbet ji bo wî welatê ereni nebû! Derheqê vê derbeya faşîst; di raporên Mafên Mirovan de bîlanço gelek giran e. Di hêla Mafên Mirovan de ev bîlanço łi bajarê kurdan bi taybet li zindanan betir giran derbas bû!

Em nakevin hûr guliyan. Lê kurtasiya bilançoya mafên mirovan wiha ye:

Li 517 kesan cezayê darvekirinê birîn. Ji wan 50 kes înfaz kirin.

300 kes bi awayekî guman kirin.

171 kes bi îşkenceyê kuştin. Hatin belgekirin.

11 kes, (di navda kurê dayika Berfo, Cemîl Kirbayir ji heye.) di bin çavan de winda kirin.

650 hezar kes binçav kirin.

14 hezar kes ji hemwelatîbûnê derxistin

30 hezar kes sirgun kirin.

30 hezar kes, ji ser kar avitin,

Milyonek 683 kes deq kirin.

Ev birîna kûr, 44 sal derbas bûn lê hêj derman nebiye! Avakerên darbeye jî ew qas temen dirêj jiyan. Qet mafên wan nebû (98 sal). Avakeran, di nav vê temen dirêjiyê de kirinên xwe parastin û dilê xwe de hebandin. Mirov şaşwazî dimine! Minak: 5 meriv têkeve loqentê, xwarin û vexwarinê li gora dile xwe bixwin, heqê xwarine nedin derkevin herin, ê çawa be!?

Lê mixabin li hemberê hiqûqê hesab nêdan. Heta, makezagona ku, bi serê xwe afirandin hikme vê jî binpê kirin û deyndarê mirovatiyê çûn!..