Bi rastî medya tirk meseleya alîgiriyê derbas kiriye û bûye mediya desthilatê bi xwe. Lê van rojan bi xêra Îsraîlê ew medyaya şerxwaz, faşîst, nijadperest û tundîparêz bûye parêzvanê mafê mirovan, aştîxwaz û azadîxwaz.
Berê medya tirk di nûçeyên xwe de dema ku êrîşek li dijî şervanên kurd li başûr an jî rojavayê Kurdistanê dikir av û elektrîk ji ser xelkê herêmê dibirî, sivîl û binesaziya herêmê dikir hedef, bi qehremanî behsa artêşa xwe dikir û digot me bargeh û navendên terorîstan tune kirin.
Niha dema ku Îsraîl heman tiştî dike û êrîşî Xezayê dike, ev medya dike hewar û qêrîn û dibêje ev êrîşên qirker in ev sûcê mirovahiyê û divê artêşa Îsraîlê ji ber van sûcên şer were darizandin.
Hem êrîşa dawî ya dewleta tirk li dijî Rojava û hem êrîşa Îsraîlê li dijî Xezayê herdu êrîş jî di heman mehê de pêk hatin. Di herdu êrîşan de jî binesazî hatin xerakirin û sivîl hatin kuştin. Lê cudahiya bi tenê ya di navbera herdu êrîşan de yek desthilatê tirkan dike yan din jî desthilata Îsraîlê dike. Yek li dijî gelê kurd e ya din li dijî gelê Filistînê ye.
Erê bi rastî jî ew êrîşên Îsraîl dike êrîşên hovane û sûcên şer in lê bi serê bavê we bikim artêşa we jî heman sûcî dike û kiryarên ji wan hovîtiyan zêdetir jî dike.
Îca wek meseleya dibêjin şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavê hevalê xwe de dibîne hûn jî wiha dikin. Lewre jî baweriya me bi we nayê, ji ber ku hûn durû û du ziman in. Çawa li hesabê desthilatê tê hûn wiha dipeyvin ne li gorî mirovahî û exlaqên mirovahiyê ne.
Îca demokrasî û mirovheziya medyaya tirk jî li gorî helwest û kêfa desthilatê tê guhertin. Reş spî dikin, spî reş dikin û diranên xwe li gorî nêçîrê qîç dikin.
Şerîeta melayên xapînok
Weke şerîeta melayên fenek û xapînok e, her dibêjin bi ilmê min bike lê bi emelê min neke. Meseleya wan jî tam wekî ya wan meleya ne. Carekê meleyê gundekî çavê xwe berdide jina cîranê xwe. Ji bo mele bigihê armanca xwe di civatê de dibêje kî di dema destavê de, berê xwe bide qubleyê jina wî jê tê berdan.
Piştî wê mele her roj dikeve pey cîranê xwe. Rojekê mele dibîne wa ye gundî li ser bênderê li kêleka gund destava xwe dike û berê wî li quble ye.
Mele baz dide nêzî zilam û dibêje hevjîna te ji te hate berdan. Divê tu hevjîna xwe berdî an na tuyê di agirê cehenimê de bişewitî. Mêrik dike nake mele ji ya xwe nayê xwarê.
Dem derbas dibe mêrik jî her roj çavdêriya mele dike, rojekê dibîne ku mele jî berê xwe daye qubleyê û destava xwe dike. Mêrik bang li mele dike û dibêje seyda min te dît welehî divê tu jî hevjîna xwe berdî. Min bi çavê xwe dît berê te li qubleyê bû.
Mele dibêje kuro hey dîno erê berê min li qubleyê bû lê min serê pozê sola xwe guhertibû. Min lingên xwe xwar kiribû berê serê sola min ne li qubleyê bû.
Îca helwesta desthilat û medya tirk jî bi heman rengî ye dema hinek tiştekî dikin ew bi rengekî li gorî, xwe şîrove dikin lê dema ku ew heman tiştî dikin bi rengekî din şîrove dikin. Wekî meleyên xapînok ew çi dikin li gorî berjewendiyên xwe di cih de fitûyan ji kiryarên xwe re dibînin.