12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED-DER: Dewlet li  ser polîtîkayên bişaftinê zêde radiweste

Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglu, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê diyar kir ku polîtîkayên qeyûm ên li dijî ziman, polîtîkayên dewletê yên li dijî ziman in û got: “Dewlet polîtîkayên bişaftinê zêde pêş dixe.”

Îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglu rewşa kurdî û polîtîkayên dewletê yên li dijî ziman nirxandin kir. Remzî Azîzoglu anî ziman ku xebatên ziman bi gorî derfetên heyî baş e û wiha got: “Lê ji ber ku derfet kêm in bi dilê me nîne. Cîhê me têr nakin. Di aliyê aborî de pirsgirêk hene. Rêbaza hînkirinê bi gorî demê nîne. Dewlet zêde zêde giraniya xwe daye ser politîkayên bişaftinê.”

Komisyona ziman ya DEM Partiyê

Azîzoglu, avakirina Lijneya zimanê Kurdî ya DEM Partiyê jî nirxand û wiha axivî: “Em Lijneya ziman a DEM partiyê erênî dinirxînin. Gel jî bi vê hewldanê kêfxweş bû. Gavek rast avêtin. Divê bi saziyên ziman re hevpar xebat bên kirin.”

Dewlet bi destê qeyûm bişaftinê pêş dixe

Hevserokê MED DER’ê Remzî Azîzoglu, li ser dijminahiya kurdî jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Dewlet bi destê qeyûm bişaftina kurdî dike. Ev projeyeke dewletê ye. Hewldanên qeyûman, hewldana dewletê ye. Dewlet hemû giraniya xwe daye ser bişaftin û kirkirina çand, dîrok û zimanê Kurdî. Bi destê qeyûman jî birêve dibe.”

Nêzîkatiya dersên bijarte

Azîzoglu, der barê dersên bijarte de jî nerazîbûnên xwe anî ziman û wiha pêde çû: “Dersên bijarte ji bo kesên ku bi zimanê biyanî fêr bibin gelekî baş e. Lê kurd ji bo kurdî dersên bijarte bibînin rûreşiyeke. Ji xwe dewleteke sosret e. Di her pirsgirêkên ciwakî de çareseriyên bêrûmet pêş dixe. Pirsgirêkan qaşo çareser dike. Gelo di dunyayê de mînaka ku gelek zimanê dayika xwe bi dersên bijarte hînî ziman bibe heye? Dersên bijarte ji bo biyaniyan tê dayîn. Bi vê yekê dixwazin mêjiyê gel tevlihev bikin. Mixabin hin derdorên Kurd jî xwe tevlî vê qirêjiyê dikin. Wekî ku wezîrê karê Hundir yê berê Suleyman Soylu jî got ev proje ye. Mixabin ji ber ku dewlet giraniya xwe da ser bişaftinê, di dibistanan de pergala 4+4+4 ava kirin. Zarokên Kurd di 6 saliya wan de avêtin aşê bişaftinê. Li gundan jî pêşdibistan vekirin û bişaftinê derxist asta herî jor.”

Sedema kêmaxaftina bi kurdî

Azîzoglu qala kêmbûna axaftina bi kurdî jî kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Axaaftina kurdî daketiye asta ku êdî piraniya malbatan di malên xwe de jî bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Mixabin me jî di wê demê de; xwe ji kurdayetiyê hinek bi dûr xist. Niha li Amedê kesên ku bi dê û bavên xwe re bi kurdî diaxivin rêjeya wan ji sedî 30 ye. Kesên bi zarên xwe re bi kurdî diaxivin ji sedî 9 e.  Em ji bîr nekin ku kesayetiya me zimanê me ye. Divê em ji bo zimanê xwe berxwedanek mezin bidin. Di vî warî de divê em bi israr bin.”

Ezîzoglu di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heke dewlet di çareserkirina kurdî de samîmî be bila dev ji êrîşa li ser ziman berde, bila kurdî bike zimanê fermî bila xwe ji ber tava me bide alî û siya xwe ji ser me hilde.”