Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan duh bi ser Komeleya Jinan a Rosayê û gelek malên aktîvîst ên jin de girtibû. Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamya (MED-DER) Şîlan Elmas Kan û rojnamevan Bêrîtan Canozer û Dayika Aştiyê Nezahat Teke jî di nav de 22 jin hatibûn binçavkirin. Biryara nepeniyê li ser dosyayê heye û 22 jinên binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Nerazîbûnên rêxistinên jinan û gelek saziyan li dijî binçavkirina jinan didome.
Bi tevlîbûna sevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî, Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adale Kaya, rêveberên DBP’ê û HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberên MED-DER’ê, li avahiya komeleyê daxuyanî ji bo çapemeniyê hat dayîn.
Destpêkê hevserok Rifat Ronî axivî û destnîşan kir ku gelê kurd her roj çavê xwe bi qirkirina siyasî vedike û operasyon şermezar kir.
Piştî axaftina Ronî, rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç metna daxuyaniyê xwend. Berfirehiya metna daxuyaniyê wiha ye:
“Gelên vî welatî her roj çavên xwe bi operasyoneke qirkirina siyasî ya ku li hemberî hêzên muxalif û demokratîk pêk tê vedikin.
‘Jin di hedefa desthilata faşîst de ne’
Ji 22’yê Gulana 2020’î û vir ve, li Amedê hem li ser Komeleya Jinan a Rosayê hem jî li dijî têkoşîna jinan êrîşên hovane ku bi armanca şikandina vîna jinan tên meşandin, gihîştine asta herî jor û êdî kêr gihiştiye ser hestî. Di van êrîşan de hemû jinên xwedî vîn ku ji bo parastina nirx, rûmet û destkeftiyên demokrasiyê têdikoşin, di hedefa desthilatdariya faşîst de ne.
‘Dixwazin jinan bikin nav çar dîwaran’
Li hemû jinên ku baweriya xwe bi demokrasî, aştî û azadiyê anîne û ji bo maf û azadiya gelan têkoşînê dimeşînin, bi dehan doz hatine vekirin û bi sûcdariyên bêbingeh û bêhiqûqî bi salan ceza li wan tên birîn. Dixwazin bi van êrîşan komeleya Rosayê û bi tevahî komeleyên demokrarîk îlegal nîşan bidin û krîmînalîze bikin. Ev 5 hezar sal in, bi kevneşopiyên civaka baviksalar maf û azadiya jinan tê binpêkirin, hebûna jinan tê înkarkirin. Niha jî vê rol û rista înkar û tunehesibandina mêrane ya li hemberî jinan, ji aliyê dewletê ve di meriyetê de ye û rasterast bi destê dewletê tê meşandin. Bi van binçavkirin û girtinan dixwazin vîna jinan û têkoşîna wan di nav çar dîwarên malê û zindanê de were asêkirin û şikandin. Bila desthilatdar baş bizanibin ku ev berpêbûn, zext, zor, tundî, binçavkirin û girtin dê nikaribin bi me paşde gav bidin avêtin.
‘Wê têkoşîna azadî û demokrasiye xurtir bibe’
Ev operasyonên ku bi armanca lewazkirina jinan pêk tên, dê têkoşîn û biryardariya xwedîderketina li maf, azadî, nirx, rûmet û destkeftiyên demokrasî û azadiyê xurtir bikin. Baş tê zanîn ku ev operasyon û berpêbûnên li hemberî têkoşîn û azadiya jinan, bingeha wêrekiya xwe ji vekişîn û betalkirina Peymana Stenbolê digirin. Em jin jî, bi dil û dengekî dibêjin Peymana Stenbolê ji bo me xeta sor û jêneger e. Heta ku ev peyman dîsa bikeve meriyetê, em ê li qadan bin û têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Desthilatdar, kujerên ku qirkirina jinan pêk tînin serbest berdidin. Van kujeran dest û milê xwe diweşînin û di nav gel û civakê de serbest digerin. Yên ku bi wijdan û exlaq tevdigerin, li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dimeşînin hedef tên nîşandan, tên binçavkirin û girtin, bi sûcdariyên bêbingeh û bê hiqûqî tên cezakirin.
Di operasyona 5’ê nisana 2021’ê de bi fermana dozgeriya Amedê, biryara binçavkirina 33 jinên siyasetmedar ên ku li nirx, rûmet û destkeftiyên demokratîk derdikevin hatiye dayîn û 22 jin hîn jî di bin çavanda ne. Ji jinên binçavkirî yek jî hevseroka MED-DER’ê birêz Şîlan Elmas Kan e ku 28′ adarê weke hevseroka MED-DER’ê hatibû hilbijartin.
‘Divê demildest bên berdan’
Em binçavkirina Şilan Elmas Kan di hemen demê de wekî bêtehemuliya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî dibînin û dinirxînin. Ev helwesta dewletê jî nêzîkatiya li hemberî zimanê kurdî bi zelalî nîşan dide. Divê Hevseroka MED-DER’ê û hemû jinên siyasetmedar ên binçavkirî demildest serbest bên berdan.
Em ê li hemberî van bêhuqûqiyan li qadan bin, tu car dev ji daxwaza xwe ya maf û azadiya bingehîn û edaletê bernedin.
Her zimanek jiyanek, her jiyanek dewlemendiya cîhanekê ye. Jiyana hemû gelan bi zimanê wan dixemile, dikemile, tekûz dibe. Ziman nebe, azadî tune ye. Azadî nebe jiyan jî tune ye.
Zimanê me rûmeta me ye!
Zimanê me hebûna me ye!
Bêziman jiyan nabe!
Jin Jiyan Azadî!”