Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya merasîma bibîranînê li hola Meclisa Gelan a Demokratîk a bajarê Minbicê pêk anî. Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê û desteyên wê, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatêb Şehîdan, meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl û şêniyên kantona beşdarî merasimê bûn. Dayikên şehîdan li ber wêneya şehîd Hevrîn Xelef mûm pêxistin.
Endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinên Sûriyeyê ya kantonê Neqşiye Xelîl destnîşan kir ku şehîd Hevrîn ji bo rizgarkirina jinên Sûriyeyê heta dema şehadeta xwe tê dikoşiya û got: “Şehîd Hevrîn her tim ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê dixebitî. Em sûcê hedefgirtina wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di 12’ê Cotmeha 2019’an de, bi tundî şermezar dikin. Hedefgirtina şehîd Hevrîn hedefgirtina tevahî jinên Sûriyeyê ye.”
Neqşiye Xelîl soza şopandina rêya şehîd Hevrîn nû kir.
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Hevrîn û rola wê di diyarkirina nexşerêya çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê de, dan pêşandan.
Merasîm bi siloganên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.