12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê der barê teqînê de daxuyanî da

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşa li taxa Şêxmeqsûdê şermezar kir û diyar kir ku di êrîşê de endamekî Komîteya Aborî şehîd bû û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrîşa bi erebeyeke bombebarkirî ya li Şêxmeqsûdê daxuyaniyek nivisîkî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîş ji aliyê komên girêdayî MÎTʹê ve hate kirin û di encamê de endamê Komîteya Aborî şehîd bû û 3 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ʹʹDi serî de em sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê û tevahî şehîdên êrîşên dewleta tirk re dixwazin. Tevî erdhejê jî dewleta tirk êrîşên xwe bi rêya teqîn û balafirên bê mirov li dijî sivîlan û saziyên sivîl didomîne.Tevî ambargoya giran a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Meclisa Giştî û saziyên taxê, bi taybet Komîteya Aborî di saetên destpêkê de serfer bû û destek da mexdûrên erdhjê.”

Di berdewamiya daxuyaniyê wiha tê gotin: “ Îro jî endamê Komîteya Aborî heval Hemze Kobanê ji aliyê komên girêdayî MÎTʹê ve bi erebeyeke bombebarkirî hat hedefgirtin. Hemze Kobanê bi şev û roj bê westan ji bo xizmeta şêniyan kar dikir û di mercên herî zehmet de pêwîstiyên wan peyda dikir. Hevrê Hemze Kobanê tev li karwanên nemiran bû. 3 kesên din jî birîndar bûn. Rewşa birîndarekî giran e. Em vî sûcê derexlaqî û dermirovî şermezar dikin. Ev sûc di mercên zehmet ên erdhejê û ambargoyê de di kesayeta hevrê Hemze Kobanê de li dijî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye kirin.Em Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê soz didin şehîd Hemze ku em ê li ser xeta wî bimeşin û li gorî wê berpirsyariyê bin.”