2 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Meclîsa Rêveber a Reqqa Rizgarkirina Reqayê pîroz kir

Meclisa Rêveber a kantona Reqa bi boneya salvegera 7ʹemîn a rizgarkirina Reqa ya ji çeteyên DAIŞʹê li stadyûma Reqayê şahiyek pêk anî.

Meclisa Rêveber a Kantona Reqqayê şahiya salvegera rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞʹê piroz kir. Di şahiyê de şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi nûnertiya hevseroka Meclisa Gelan Sîham Qeryo û hevserokên Meclisa Rêveber Hisên Osman û Evîn Siwêd û cîgirê wan Gebraîl Şamûn beşdar bûn. Fermandarên QSDʹê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên êl û eşîran, nûnerên ji Partiya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, kombûn û tevgerên jinan û Rêxistinên Civaka Sivîl beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman salvegera rizgarkirina Reqayê li gelê wê pîroz kir û diyar kir ku ew bi israr in destkeftiyên gel biparêzin. Dûre hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqa Hêvîn Îsmaîl bixêrhatina beşdaran kir û rizgarkirina bajêr pîroz kir û got: “Em di vê rojê de şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin. Ne ji fedekariyan wan bûya, ev serkeftin pêk nedihat.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Sîwar Reqa axivî û got: “Em vê rojê li gelê xwe yê Reqa û malbatên şehîdan ku di oxira azadî û rûmetê de canê xwe dane, pîroz dikin.”

Ji aliyekî din ve jî berdevka Komûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa salvegera rizgarkirina Reqa pîroz kir û got: “Lehengên me bi hevkariya YPJ û QSDʹê DAIŞ têk bir û projeya wê ya terorîst li herêmê bi bin xist. Em îro şoreşa azadiyê ku ji bo tevahî jinan cejn e, pîroz dikin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqa Hêvîn Îsmaîl û Meşleb El Turkan Meclisa Malbatên Şehîdan, Gaziyên Şer ên Reqa û QSDʹê xelat kirin.

Şahî bi stran û şanoya ji hêla koma Navenda Çandê Leyalî El Işrîn, Koma Palmêra, koma Hêlîn Cûdî ya stranan û stranên Erebî û Kurdî dewam kir.