8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Êrîşa li Bendava Tişrînê hat têkbirin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hêzên wan êrîşa li derdora Bendava Tişrînê têk birin û li gundên derdorê operasyona paqijkirinê dane destpêkirin.

Êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Bi taybet jî êrîş li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê û derdora wan tê kirin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrîşên dawî yên li ser Bendava Tişrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê vê sibehê êrîşeke çeteyên Dewleta Tirk a dagirker a li nêzî Bendava Tişrînê têk birin. Hêzên me li gelek gundên derdora bendavê ku çete wek jêdera êrîşên li dijî hêzên me bi kar dianîn, operasyona lêgerîn û paqijkirinê da destpêkirin. Operasyona lêgerînê dewam dike. Di nava refên çeteyan de alozî çêbûye. Li derdora Pira Qereqozaqê jî erebeyeke leşkerî ya çeteyan hat teqandin.”