Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êriş û hewldanên çeteyan ku xwest bikevin herêmê û kuştiyên wê bi raya giştî re parve kir. Li gorî daxuyaniyê bîlanço bi vî rengî ye:
Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku di meha îlonê de hêzên çeteyan 400 topên hewan û obîsê avêtine herêmê û ev agahî dan: “2 balafirên bêmirov ên biçek êrişî herêmê kiriye. 8 caran çeteyan xwestiye bikevin kantona Minbicê lê Hêzên Meclisa Leşkerî nehiştine. 4 balafirên bêmirov ên biçek ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatin xistin. Di encama êrişan de 4 sivîl birîndar bûn. 14 çete hatin kuştin û 19 çete jî birîndar bûn.”