Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê konferansa xwe ya 2`yemîn li Reqqayê bi dirûşma “Têkoşîna me gerantiya şoreşa jinê û avakirina Sûriyeya demokrat e” li dar xist. Endamên meclisê şaxê Idlibê, endamên Meclisa Leşkerî ya Jinan, partî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbya tev li konferansê bûn. Berdevka Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê Nahid El Nehas axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Nahid El Nehas diyar kir ku lidarxistina konferansê li ser yekitiya jinan, hişmendî û birêxistinbûyîna xurt a ku di vê pêvajoya hesas û çarenûsî de gihaştiye, isbat dike û wiha axivî: “Jinan li hember van zehmetiyan têkoşiya, xwe bi rêxistin kir û bûn yek. Nîşan da ku dikare pêvajoyê bi rêve bibe, cih xwe di sepandina ewlehiyê, vegerandina mafan, giyanê aştiyê de bigire.
Piştre hevseroka Meclisa Ciwanan a Meclisa Idibê Betûl El Derwîş perspektîfên siyasî û rêxistinî yên meclisê xwendin.
Piştî wê, xebatên meclisa jinan ên 2 salan hatin nirxandin. Di dawiya konferansê de endaman, ji bo Meclisa Giştî ya Meclisa Jinan a Rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê 15 endam, berdev û cîgira meclisê hilbijartin.
Konferans bi encamnameyê bi dawî bû. Xalên wê yên sereke ev in:
Bi rêya lidarxistina semîner, civîn û panelan pêşxistina hişmengiya siyasî û rêxistinî.
Divê serdana endaman bê kirin û hejmara endaman û alîgiran were zêdekirin.
Divê xwe bigihînin jinan li Idlibê ji bo ku raman û armancên partiyê ragihînin wan.
Bi rêya projeyên biçûk û dewreyên pîşeyî behre û şiyanên jinan werin pêşxistin.
Divê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, were mezinkirin.
Divê rêgeza wekheviya di navbera mêr û jinan de were aktîfkirin û pêşxistin.
Divê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û YPJ`ê were kirin.
Divê piştgiriya tevahî biryaran were kirin ku aştiyê disepînin û êşên jinan bi dawî dikin.
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê konferans pêk anî
Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idbilê konferansa xwe ya 2`yemîn li dar xist.