12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Li dijî sûcê şer bêdeng nemînin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, der barê teşîrkirina bedena jinên li taxên Halebê li dijî çeteyên girêdayên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê têdikoşin, de daxuyaniyek da û got: “Divê li dijî sûcê li hember jin, zarok û ciwnên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tu kes bê deng nemîne.”

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  der barê teşîrkirina bedena jinên li taxên Halebê li dijî çeteyên girêdayên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê têdikoşin, de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyakririn ku  çeteyên tehemulê hebûna gel, bawerî û jinan nakin bi zîhniyeta yekparêz bedena jinê hedef digirin û got: “Yên van êrîşan pêk tînin berdewama zîhniyeta ku jin li Rojava û Şengalê li bazarên koleyan firotine. Niha li Şêxmeqsûd bi destê çeteyan jin tên îşkencekirin û bedena wan tê teşhîrkirin. Vê jî nîşan daye ku ev zîhniyet bi heman kodên xwe di dewrê de ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji paşerojê heta îro bi polîtîkayên şerên ku bi destê m3er tê meşandin ewil jin û bedena jinê hedef hatiye girtin. Ev erîş heman demê de bi armanca çewisandina têkoşîna azadiya jinê ye. Li taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê îşkencekirina û teşhîrkirina bedena jinê sûcê şer e. Em bang li hemû rayagiştî ya navnetegweyî û rêxistinên jinan dikin. Divê li dijî vî sûcê şer bêdeng nemînin.”