Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Reqayê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ibrahîm Esed û bi zimanê erebî ji hêla hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Sîham Qeryo ve hat xwendin.
Meclisê di daxuyaniya xwe de ji bo siberoja Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk hin pîvan û rêgez destnîşan kirin. Di daxuyaniyê de ev rêgez hatin diyarkirin:
“1- Parastina serweriya Sûriyeyê: Îro ev pîvan ji aliyê Dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê binpêkirin. Êrîşa li ser Bendava Tişrînê û berdewamiya dagirkeriya tirk a herêmên Sûriyeyê li dijî qanûnên navneteweyî ye û êrîşeke aşkera li dijî gelê Sûriyeyê ye. Ji ber wê jî divê hikûmeta Şamê berpirsyariyên xwe bigire ser milê xwe û dagirkeriyê sînordar bike, helwesta xwe li hember êrîşên li ser xaka Sûriyeyê aşkera bike. Da ku herêmên ji aliyê Dewleta Tirk ve hatine dagirkirin werin rizgarkirin, vegera ewle ya şêniyên wan herêman ku hîn li sirgûnê ne û ji welatê xwe koçber bûne û di çadiran de dijîn, misoger bike.
2- Sûc û kuştinên meydanî ku li herêmên din ên Sûriyeyê têne kirin, tirseke mezin di nav gelê Sûriyeyê de çêdike. Ji ber wê jî berdewamiya vê rewşê dê bi xwe re şerekî navxweyî bîne û encamên xirab ji siberoja Sûriyeyê re bi xwe re bîne. Lewra jî peydakirina ewlehiyê û parastina welatiyan erka hikûmeta Şamê ye û divê tedbîrên pêwîst di zûtirîn dem de bên girtin.
3- Kongreya diyaloga niştimanî ya ku dê di dema pêş de were lidarxistin, divê îradeya hemû gelên Sûriyeyê derxîne holê û tu pêkhateyên Sûriyeyê neyên dûrxistin. Ji ber pêkanîna nûnertiya adil ji rêxistinên siyasî, civakî, pêkhateyên etnîk, olî û çandî pêwîste da ku bigihêjin sazkirina peymana civakî ya hevbeş, ji ber vê yekê jî beşdarbûna partî û meclisên gelêrî pîvaneke sereke ye ji bo serkeftina vê kongreyê.
4- Jinên Sûriyeyê pêşengiya şoreşê kirin, berdêlên mezin dane, ji bo parastina welatê xwe şer kirin, koçber bûn û di qonaxa dawî de rastî karesatan hatin. Divê beşdarbûna jinan di kongreya diyaloga niştîmanî de bi awayekî adil û wekhev bi mêran re ji sedî 50 ji hejmara niştecihên li Sûriyeyê be. Ji ber wê ji mafê jinan e bi rêjeya ji sedî 50 beşdarî kongreya diyaloga niştîmanî, hikûmeta derbasbûnê û komîteya destûrî ku dê di siberojê de were avakirin bibe.
5- Ciwan stûna welatê me ne. Vê beşa civakê herî zêde di nava salên borî de berdêl dane. Ji ber wê jî gotina dawî di siberoja Sûriyeyê de ya wan be. Ji ber vê yekê jî beşdarbûna tevgerên ciwanan û pêkanîna nûnertiyeke adil ji ciwanan re ji bo misogeriya mafên ciwanan di Sûriyeya siberojê de, girîng e.
6- Li ser vî esasî em dibînin ku divê komîteyeke amadekar a Kongreya Diyaloga Nîştimanî were avakirin da ku nûnertiya hemû hêzên ku li jor behsa wan hat kirin, bike. Ji bo ku kar li ser amadekirina mijarên kongreyê bi awayekî hevbeş bike û nexşerêyê xêz bike.
Em wek Meclisa Demokratîk a Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî tecrubeya xwe ya qonaxa dawîn amade ne ku bi hemû aliyên niştimanî yên sûrî re hevkariyê bikin û beşdarî diyalog û avakirinê bibin. Ji ber ku tecrûbeya xwerêveberiyê tevî hemû kêmasî û şaştiyan, di hemû waran de pêşengtî kir û ew tecrûbeyeke pir serkeftî ye, ji ber ku rewşa hemû gelê Sûriyeyê diyar kir û dikare bibe bingeha Sûriyeya nû.
Li ser vî esasî em ji gelê xwe re radigihînin ku ji bo pêkanîna aramî, aştî, azadî, edalet û demokrasiyê em ê berpirsyariyên ku dikevin ser milê xwe hilgirin û ji bo bidestxistina destûreke niştîmanî demokratîk ku mafên hemû gelê Sûriyeyê bêyî cudahî misoger bike, bixebitin.
Herwiha em bang li hemû aliyên sûrî dikin ku hevkarî, koordînasyonê û diyalogê bikin da ku em welatê xwe ber bi ewlehî û aramiyê ve bibin.
Di dawiyê de em lehengiya HSDê û YPJê ji bîr nakin û em berxwedana wan a dîrokî û parastina xaka Sûriyeyê li hember êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê, silav dikin.”