10 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê: Teslîmbûn tê ferzkirin, em ê li ber xwe bidin

Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, diyar kir ku Hikûmeta Demkî û komên çete teslîmiyetê li ser gel û hêzên asayîşê ferz dikin, dixwazin komkujiyan pêk bînin û koçberiyek nû pêk bînin, her wiha pêkanînên Hikûmetê yên heta niha tu baweriyê nadin, lewma ew ê taxên xwe biparêzin.

Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, der barê êrişên li ser herdu taxan, helwesta Hikûmeta Demkî ya Şamê û bêdengiya hêzên naventeweyî ya li hemberî komkujiyan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:  “Ji roja 6ê Çileyê ve li ser taxên me êrişeke bi çekên giran û bombebaraneke dijwar tê kirin.

Di van êrişan de mizgeft, dibistan, nexweşxane, malên sivîlan û saziyên xizmetgûzariyê bi temamî hatin hedefgirtin

Gelê me û hêzên me yên asayîşê li dijî van êrişan berxwedaniyeke mezin nîşan didin.

Bi van êrişan tê armanckirin ku li dijî gelê me yê van taxan ku bi sedan salin li van taxan jiyan dikin di komkujiyê re bê derbaskirin û pêleke nû ya koçberiyê bidin destpêkirin. Ango tê xwestin ku demografiya bajêr û taxên me were guhertin. Her wiha ev êriş bi her awayî tê wateya valaderxistina û binpêkirina hevpeymana 1ê Nîsanê.

Hikûmeta Şamê a demkî van êrişan di bin navê Artêşa Suriyê a nû de û bi piştgiriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan pêk tîne, ji vê cesaret digire.

Her wiha em bêdengiya hêzên navneteweyî yên ku ji bo hevpeymana 10ê Adarê û 1ê Nîsanê wekî garantor û çavdêr amade bûn jî bi tûndî şermezar dikin.

Êriş û xeteriya komkujiyê ya li dijî gelê me yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê heta niha jî berdewam dike.

Bangewaziya ku hêzên hikûmeta demkî a Şamê ji bo gel û hêzên me yên asayîşê dike, sepandina teslîmbûnê ye, lê gelê me yê van taxan ji bo li taxên xwe bimîne û parastina taxên xwe bike, bi biryar e.

Di rewşa heyî de li cihê ku çete pêş de hatine li dijî sivîlan komkujî têne kirin. Ango heman kiryar û komkujiyên ku li dijî Elewî û Durziyan hatine kirin, li taxên me jî têne kirin.

Herkes dizane ku li van taxan bi sed hezaran sivîl hene û di encama bombebarana giran a li dijî sivîlan de bi dehan birîndarên me çêbûne. Gelek ji van birîndaran jin û zarok in. Nexweşxaneya me ya taxê ya bi navê Xalid Fecir ku jixwe derfetên xwe pir kêm bûn jî, rastî êriş û bombebarana giran hat. Ev sûcê şer îfade dike. Di rewşa heyî de nexweşxane bi temamî ji xizmetê derketiye. Bi tu awayî derfetên ku birîndar werin dermankirin li taxên me nemane.

Di warê însanî de krîzeke ciddî heye. Wekî raya giştî jî dizane ev demek dirêj bû ku taxên me di dorpêçê de bûn û ketina taxê ya pêdiviyên însanî dihate astengkirin. Her wiha rewşa zivistanê rewşa heyî hîn girantir dike.

Di encamê de hêzên hikûmeta demkî tevî çeteyên xwe banga radestbûnê li taxên me dikin û dixwazin ku gel ji van taxan derkeve. Dîsa eslîmbûna hêzên me yên asayîşê tê xwestin.

Em wekî rêveberiya meclîsên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zextên li ser gelê xwe û taxên xwe qebûl nakin. Ji ber kiryarên hikûmeta Şamê yên ji dema hatina ser desthilatê heta niha ku li dijî pêkhate û cihêrengiyên cûda yên Suriyeşê pêk anîne û bi taybet jî bombebarana bê ser û ber û komkujiyên li dijî gelê me yê ku di van çend rojên dawî de pêk anîne, baweriya me nîn e ku em ewlekariya xwe û taxên xwe radestî wan bikin. Ji bo vê jî ne mimkûne ku em di aliyê girtina ewlekariya taxên xwe de paş de gav bavêjin. Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin.

Herî dawî jî em bang li gelê xwe yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin ku berê xwe bidin Nexweşxaneya Xalid Fecir ku li birîndarên xwe xwedî derkevin û ji bo parastina taxên xwe seferber bibin.”