11 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Dayikên Aştiyê: Bêyî azadiya Abdullah Ocalan aştî pêk nayê

Meclisa Dayikên Aştiyê ku têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” li gelek bajaran daxuyanî da

Di 10ê kanûna sala 1948an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî beyannameya gerdunî ya mafê mirovan amade kir. Bi vê beyannameya ku ji 30 xalan pêk tê, mafên mirovan ên gerdûnî hatin diyarkirin. Piştî vê Neteweyên Yekbûyî di sala 1950an de 10-17ê Kanûnê weke hefteya “Mafên Mirovan” îlan kir. Meclisa Dayikên Aştiyê di çarçoveya heftaya Mafên Mirovan de têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” li gelek bajaran daxuyanî da.

Li vir ewilî Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nezahat Teke axivî û diyar kir kesê çareseriyê bîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nêzî salek derbas bû. Bi banga 27ê Sibatê PKKê xwe fesih kir. Lê dewletê hê jî tu gav neavêtine. Tê gotin ‘qonaxa yekemîn bi dawî bû’ lê me heta niha tu gav nedîtine. Tenê li Meclisê Komîsyon hat avakirin lê ne bes e. Komîsyon çû Îmraliyê lê diviyabû di serî de Dayikên Aştiyê çûbûyan Îmraliyê. Dayikan gelek êş kişandin lê hê jî destên xwe têxin di binê kevirî de. Em dixwazin herin Îmraliyê. Bila dayikên tirk jî destê xwe bidin destê me. Em aştîxwaz in. Divê mafê hêviyê pêk were. Tevahiya cîhanê dît ku bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî pêk nayê.”

 ‘Ji berî an û av aştî ji me re pêwîst e’

Paşê berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran axivî. Havva Kiran destnîşan kir ku dem dema aştiyê ye û bang li CHPê kir ku li dijî aştiyê tevnegere. Havva Kiran di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Em çûn Komîsyonê me got ‘em bi zimanê xwe biaxivin.’ Lê li Meclisê destûr nehat dayîn ku em bi kurdî biaxivin. Tiştê herî pîroz zarokên dayikan e. Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Dayikên kurd tu carî zimanê şer bi kar neanîne. Îro dayik her roj diçin şînan lê tu carî negotiye ‘êşên min zêdetir e.’ Aştî ji me re ferz e, em Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin. Aştiyê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo tevahiya gelan dixwazin. Ji bo adalet tunebû zarokên me li hem ber bêhiqûqiyê sekinîn. Banga ma ji her kesiye ku destên xwe texin di binê kevir de. Ji beriya nan û avê aştî ji me re pêwîst e.”

Dayikên Botanê: Em dixwazin biçin cem Serokê xwe

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê jî li ber avahiya Şaxa ÎHDê ya Şirnexê daxuyanî da. Rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û gelek dayîn beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Behiye Nayir axivî û got: “Em bang li dewletê û wezîrê edaletê dikin, em dayikên aştiyê ne û em aştiyê dixwazin. Em dixwazin biçin cem Serokê xwe. Bila CHP dest ji vê nêzîkatiya xwe berde û piştevaniya aştiyê bike. Li Tirkiyeyê bila êdî şer çênebe. Bila êdî dayîk hêsirên çavan nebarînin.”

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Nebîha Akay jî bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Divê gelê kurd û gelên li Tirkiyeyê her kes piştevaniyê bike. Banga Serokatî ji her kesê re ye. Divê her kes bi aştiyê kêfxweş be. Hewce ye Serokê me derkeve û were ser maseyê. Bi şer tu tişt çareser nebû. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Em ewil azadiya Serokê xwe pişt re azadiya gerîlayên serê çiya û hemû girtiyan dixwazin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma, ‘Jin jiyan azadî’ û çepikan bi dawî bû.

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin deriyên Îmraliyê bên vekirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo biçin Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de endamên Komeleya Dayikên Aştiyê ya Erdîşê jî amade bûn.

Dayika Aştiyê Guleser Îşler diyar kir ku ew dixwazin biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin. Guleser Îşler da zanîn ku ew ji Wezareta Edaletê daxwaz dikin ku di komîsyona ku diçe Îmraliyê de cih bigirin û got: “Heyet diçe, lê em jî dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bikin. Em dixwazin aştî pêk were. Di vê pêvajoyê de, barê li ser me dayikan pir giran e. Me bedelên pir giran dane, me zarokên xwe winda kirine. Em, dayikên leşker û polîsan, divê mil bi mil bisekinin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em dixwazin ku hêsirên ji çavên dayikan rawestin. Em dixwazin deriyên Îmraliyê jî ji me re werin vekirin, da ku em biçin. Bila gotina me yek be da ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve. Bi yek gotina Rêberê Gelê Kurd, çek hatin şewitandin. Divê ev hêz û îrade were dîtin. Em dixwazin ku agirê di dilê dayikan de were vemirandin. Em ji vir silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin.”

‘CHP piştgiriya pêvajoyê nake’

Piştre endama Komeleya Dayikên Aştiyê ya Erdîşê Hediye Koçak mafê axaftinê girt û diyar kir ku dayikan gelek bedelên mezin dane û zarokên xwe winda kirine. Hediye Koçak, bal kişand ser tevlibûna wan a di komîsyonê de û ev tişt got: “Me bedelên giran dan, me zarokên xwe winda kirin û niha em aştiyê dixwazin. Banga min ji bo hemû gelê Kurd e. Her çend CHP bi saya Kurdan Stenbol, Enqere û gelek şaredariyên din ên mezin bi dest xist jî, ew niha piştgiriyê nadin pêvajoyê. Ev helwest nayê qebûlkirin. Gelê Kurd nikare azad bibe heta ku Rêber azad nebe. Mifteya çareseriyê di destê Rêber de ye. Em naxwazin dilê tu dayikan bişewite.”

Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

Her wiha hat diyarkirin ku Meclisa Dayikên Aştiyê dê li Riha, Bedlîs, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê jî daxuyaniyê bide çapemeniyê.

Metna hevpar a Meclisa Dayikên Aştiyê wiha ye:“Bi boneya 10ê kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, em wekî Dayikên Aştiyê radigihînin ku divê em bi hev re ji bo civakek ku maf û azadî tê de xurt bibin, edalet û wekhevî serdest be, têbikoşin. Binpêkirinên mafê jiyanê li dijî jin, zarok û kesên xwedî bawerî û nasnameyên cuda, pêwîstiya lezgîn a pêkanîna Qanûnên Azadiyê di çarçoveya civakek demokratîk de nîşan didin. Aştiya civakî, edalet û çanda jiyana hevbeş tenê bi rêya garantîkirina maf û azadiyan pêkan e.

Yek ji kevirên bingehîn ên aştî û civakeke demokratîk civakîkirina aştiyê ye. Têkoşîna ji bo mafan ku em, wekî Dayikên Aştiyê, bi salan e dimeşînin, wijdanê civaka me û hêviyên wê yên ji bo pêşerojê xurt dike. Bi boneya 10ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, em careke din tînin bîra xwe: Mafê her kesî heye ku hêvî bike û ev maf şertekî pêşîn e ji bo xurtkirina civakê bi rêya edalet û aştiyê pêk were.

Binpêkirina mafê hêviyê rasterast rê li ber avakirina aştî, edalet û çanda jiyana hevbeş di civakeke demokratîk de digire. Bêyî garantîkirina maf û azadiyên bingehîn, behsa aştiyeke domdar nayê kirin.

Ji ber vê sedemê, polîtîkayên tecrîda dijwar ên li ser Birêz Abdullah Ocalan, rêberê gel, ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, wekî polîtîkayeke dewletê têne berdewamkirin. Berdewamiya vê tecrîdê di heman demê de nîşan dide ku mafê hêviyê tê binpêkirin. Mafê hêviyê mafekî bingehîn ê mirovan e û astengkirina vî mafî binpêkirineke cidî ye. Em careke din bang li dewletê dikin ku mafê hêviyê biparêze.

Di dawiyê de, têkoşîna Dayikên Aştiyê ne tenê sembola hesreta dayikên me ji bo aştî û demokrasiyê ye, lê ya tevahiya civakê ye. Di 10ê Kanûnê de, Hefteya Mafên Mirovan, em careke din radigihînin: Civakeke demokratîk ew civak e ku aştî tê de civakî dibe û hêvî û azadî mafên hemûyan in. Em bi biryar in ku ji bo van mafan têbikoşin û aştiyê biparêzin. Azadî û edalet nayên paşxistin.”