12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mecbûrê Rêber Apo ne

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, banga Dewlet Bahçelî û peyama Rêber Abdullah Ocalan nirxand û got: “Dewletê di konsepta çokdanînê de encam negirt û pergala Dewleta Tirk îro li ber têkçûnê ye. Ji bo ku xwe ji têkçûnê xilas bike li çareseriyê digere. Ji bo ku pêvajo bi pêş bikeve divê tecrîd rabe û dewlet cidî nêzîkî peyama Rêber Apo bibe.”

Rêber Abdullah Ocalan di 23’ê Cotmehê de piştî 43 mehan bi endamê malbatê Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî û got: “Tecrîd didome. Ku şert û merc bên pêkanîn, hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez pêvajoyê ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Tevgera azadiyê, partiyên siyasî yên kurdan piştgirî dan peyama Rêber Abdullah Ocalan. Niqaşên li ser pêvajoyê didomin. Derbarê helwesta dewletê û peyama Rêber Abdullah Ocalan de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal nirxandinên giring kirin. Kartal, banga Dewlet Bahçelî û peyama Rêber Abdullah Ocalan nirxand û got: “Dewletê di konsepta çokdanînê de encam negirt û pergala Dewleta Tirk îro li ber têkçûnê ye. Ji bo xwe ji têkçûnê xilas bike li çareseriyê digere.”

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal anî zimên ku di pêvajoya sala 2013’an de CHP û MHP li dijî pêvajoyê bûn û wiha got: “Ji bo pêvajo têk biçe CHP û MHP’ê her tişt kirin. Vê carê diyar e ku biryara dewletê heye û  MHP, CHP û AKP’ê li gorî biryara dewletê tevdigerin. Wekî desthilatdarî û muxalefet bi hev re tevdigerin. Mirov dikare bibêje konsepta wan a 10 salan a çokdanînê li gor ku dixwestin encam negirt. Wan dixwest bi plana çokdanînê kurdan têk bibin, lê pergala Tirkiyeyê îro li ber têkçûnê ye. Ji aliyê leşkerî û siyasî ve encam negirt. Ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve qeyran heye. Welat teslîmî çeteyan hatiye kirin.”

Hevserokê KONGRA GEL Kartal, anî zimên ku li Rojhilata Navîn tabloyeke gelek giran heye û wiha pêde çû: “Şerekî dijwar ê cîhanê yê sêyemîn heye. Şerê Îsraîl û  Filistin-Hîzbûllahê, şerê Îsraîl û Îranê didome. Tabloyek awarte heye. Di pêvajoyeke wisa de tirsên Dewleta Tirk hene. Deh sal berê di encama ‘bihara ereban’ de şoreşa Rojava pêk hat. Dibe ku li Sûriye û Îranê zextên cuda bi pêş bikevin û guhertin pêk bên. Li Rojhilata Navîn pir aktor hene û Rojhilata Navîn ji nû ve tê sazkirin. Şerê cîhanê yê sêyemîn dê bi xwe re li Rojhilata Navîn guhertinên mezin pêk bîne. Ev di nava Dewleta Tirk de tirs û fikaran çêdike. Diyar e ku di nava dewletê de dixwazin fitlekê bidin xwe. Lê ji çareseriyê re ne amade ne. Projeyên wan ên çareseriyê rê nîşan nade. Di rewşeke wisa de banga ji bo Rêber Apo girîng e. Lê Rêber Apo dibêje ku tecrîd berdewam dike. Çareseriya pêvajoyê bê Rêber Apo nabe. Hem tecrîd hem jî çareserî bi hev re nabe. Divê berî her tiştî di nêzîkatiya li dijî Rêber Apo de guhertinek hebe. Divê li dijî Rêber Apo cidiyetek hebe. Di vê çarçoveyê de rêxistina û tevgera me jî dibêje li gel Rêber Apo amade ne. Yên ne amade ne û pirsgirêkan derdixîne nêzîkatiya dewletê ye.”

Kartal peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî şirove kir û got: “Peyama Rêber Apo gelekî aşkere û zelal e. Her tim ji aliyê çareseriyê ve helwesta Rêber Apo diyar e. Yê ku konsepta dewletê bê encam hişt û dewlet neçarî çexkirinê kir, têkoşîna Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê divê em li peyama Rêber Apo xwedî derkevin. Divê em wekî gel û tevger li çar milên Kurdistanê pêngava Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd mezin bikin. Hem li welat û hem jî li derveyî welat divê em vê pêngavê mezin bikin. Ev êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal, Mexmûr û li ser gerîlla bi giştî, ne tiştekî nû ne. Dewleta Tirk heta niha her tim êrîş kiriye û tu encam bi dest nexistiye. Divê êdî bi taybetî rêveberên dewletê vê encamê bibînin. Heta niha şerê li dijî gel û gerîla tu encam negirtiye. Ji ber vê yekê divê êdî dest ji vê siyaseta şer berde. Divê bi lez û diyalogeke cidî li gel Rêber Apo bi pêş bixin. Divê derfetan ava bikin ku Rêber Apo ji bo çareseriyê rista xwe bi cih bîne.Divê dewlet bersîva peyama Rêber Apo rast bide. Dewlet rast nêzîk bibe dê pêşketinek pêk bê. Eger cîddîyet hebe pêvajo dikare bi pêş bikeve.”