Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirine (MEBYA-DER) a şaxê Amedê têkildarî êrîşên li cenazeyan tên kirin û Mafê Şînê li ber deriyê avahiya xwe ya li navçeya Peyasê Amedê daxuyanî dan. Kesên ku di daxuyaniyê de amadebûn pankarta ku li ser “Rêzgirtina ji miriyan re rêzgirtina li rûmeta mirovahiyê ye’ re nivsandîbû û wêneyên kesên ku cenazeyên wan di qutî û qartonan de radestî malbatên wan hatibû kirin li ser bû, hildan. Di daxuyaniyê de hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, hevserokên HEDEP’ê yê Amedê Pinar Sakik Tekîn, Abbas Şahîn, parlamenterên HEDEP’ê yên Amedê Adalet Kaya, Serhat Eren û endamên MEBYA-DER’ê amade bûn.
Polîsan bi hinceta pankartê nehiştin girse daxuyanî pêk were. Lê tevî hemû mudaxleya polîsan jî girsê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç ve hat xwendin.
Kiliç di destpêkê de da zanîn ku di salên dawî de tundî, muameleya xerab û êrîşên li dijî cenaze û miriyan qat bi qat zêde bûne û wiha got: “Weke ku di dozên Agît Îpek, Yilmaz Uzun, Guler Ozbay, Hakan Aslan û herî dawî jî Menfiyat Elçîçek de jî tê dîtin, cenaze bi salan di tiba edlî de hatin ragirtin û piştre bi rêyên karton, çente yan jî sindoqên kartonê ku ne li gorî rûmeta mirovahiyê ne radestî malbatên wan hatin kirin. Di van hemû bûyeran de nimêja cenaze û sersaxiyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin astengkirin, wesayîtên birina cenaze nehatin dayîn û malbat jî neçar man cenazeyên xwe bigirin.”
Mafê malbata wekheviyê tê astengkirin
Kiliç anî ziman ku tê xwestin tundiya li dijî miriyan normalîze bibe û wiha pê de çû: “Di hin rewşan de meleyên gund ji ber ku nikaribin nimêja cenazê bikin, bi zorê ji gund vekişiyan. Ev mînak mînakên yekane yên tûndiya dewletê ya li dijî miriyan û cenazeyan nînin. Mixabin ji ber zimanê tundiyê yê hikûmetê hema hema her roj bûyerên wek xerakirina goran û qedexeyên sersaxiyê rû didin. Heman tûndî ne tenê li ser cenazeyan, li xwediyên cenazeyan jî bandor dike. Malbat nikarin miriyên xwe li gorî adet, urf û ayînên xwe yên olî defin bikin û nikarin ji mafên xwe yên bingehîn ên wekheviyê sûd werbigirin.”
‘Em ê bertekê xwe bilind bikin’
Kiliç diyar kir ku di her warî de îtîraz û redkirina vê helwesta xerab erka wane û wiha domand: “Dema ku dewlet bi tundî êrîşî mirî û cenazeyan bike, em ê bertekê xwe bilind bikin. Bi rêk û pêk definkirina cenazeyan ne tenê mijara mafên mirovan ên bingehîn e, di heman demê de ragihandina siyasî ya îradeya dewletê ye ku em ê di kîjan civakê de bijîn. Di her warî de îtîraz û redkirina vê helwesta xerab erka me ye.”
‘Em zilma li mirî û cenazeyan qebûl nakin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Kiliç, bi lêv kir ku ji bo jiyana hevpar a demokratîk a li Tirkiyeyê definkirina bi rêk û pêk pêwîst e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Avakirina aşitiyê di civakeke ku hemû cenaze bi rûmeta mirovahiyê bên definkirin pêkan e. Di civakeke ku mirî ji aliyê polîsan ve bi saetan tên astengkirin, gor tên xerakirin, cenaze bi lez û bez bêyî agahdarkirina malbatan li goristana bêkesan tên definkirin, civakeke ku cenaze di sindoqan de bên radestkirin, avakirina demokrasî, wekhevî, aşiti û hevkarî ne pêkan e.
Îşkenceya li miriyan hemû têkiliyên civakî yên ku em tê de dijîn têk dibe û îmkana avakirina jiyana bi hev re wekhevîxwaz ne pêkan dike. Ne di asta siyasî û exlaqî de, ne di asta maf û azadiyan de, ne jî di asta olî û exlaqî de ravekirin, meşrûkirin, normalîzekirin û qebûlkirina vê îşkenceyê ne pêkan e.
Em careke din diyar dikin: Em zilma li mirî û cenazeyan tê kirin qebûl nakin! Em bang li hemû hêzên demokrasî û aştiyê dikin ku li dijî vê zilm, îşkence û êrîşan dengê xwe bilind bikin.”