Dibêjin fen û fûtên dewleta Osmanî bidawî nabin. Erê gelekî fen û fûtên osmaniyan hene lê ji dema dewleta Alî Osman û heta roja îro asta dizî, gendelî û bêbextiyê negihiştiyê ya van 20 salên dawî yên vê desthilatê.
Hûn tev dibînin di dema dawî de çend kesên ku berê bi wan re di nava wan karên qirêj debûn û niha nava wan xera bûye, kesên wekî Peker, Çiftçî û Yaqût çi dîmen û belgeyên van dek û dolab û gendeliyên vê desthilatê par vedikin. Lê tevî aşkerakirina ewqas dizî û bêrêtiya desthilatê kesk ji wan sofîk û mirîdên wan van kiryaran wekî dizî nabîne. Heke ewqas bêrêtî û dizî ji bo aliyekî din hatibûya kirin dê rûyê wan negirtiba dakevin nava gel. Ne tenê wiha dibe ku gel ew ricim û herimandî kiribûna.
Bi rastî jî ev desthilat bi hîle û derewan ji xwe kesek nikare bi wan. Wek mesela mêrikê çilvir. Gelek kesan ji we ev mesele dibe ku bi rengekî an jî formekî cuda bihîstibe, ez ê serê we neêşînim û bi kurtahî meseleya çilvirê navdar bêjim.
Dibêjin carekê mirovekî gelek derwîn hebû ku nav û dengê wî li hemû herêmê belav bûbû. Mirovekî din jî ku ji vir û derewên xwe bawer gelekî meraq kir û xwest ku biçe Çilvir nas bike. Vir de mêrik xwe gihan mala Çilvir. Kurê Çilvir derî vekir û ji mêrik re got: “Bavê min ne li malê ye.” Mêrik ji kurê Çilvir pirsî: “Ma bavê te çûye ku?” Kurê Çilvir got: “Welehî li gorî min bihîst parçeyekî ji ezman qetiya bû, bavê min çûye bidirû.” Dema mêrik ev gotinê kurê Çilvir bihîstin di dilê xwe de got heke kurê wî ev virek be niha bavê wî çawa ye.
Min behsa diziyê kir pêkenokek din hat bîra min. Dibêjin carekê zilamek û jineke diz bi hev re zewicîn. Piştî salekê zarokek ji wan re çêbû. Lê bav û dê li zarokê xwe matmayî man ji ber destekî kurik girtî bû, qet ew destê xwe venedikir. Diya wî bi zorê destê wî vekir dît ku gustîla ebeyê di destê wî de ye.
Îca bi hersê navê Xwedê kesk bi vir û derewan nikare pêşbirkê bi van kesan re bike lê divê mirov li şûna wan viran rastiyên berbiçav nîşanî xelkê bide.
Ji xwe me tevan dît di dek û dolabên çawa di van hilbijartinên dawî ên 14’ê Gulanê de hatin kirin û encameke çawa bi xwe re anîn. Ji bo ku di hilbijartinên serokkomariyê ên tûra duyemîn de jî wiha nebe divê her kes xwedî li dengê xwe derkeve û nebêje ma bi dengekî çi kêm û zêde dibe.
Kî çi dibêje bila bêje encamên vê hilbijartinê ne rewa ne û dek û dolabên mezin hatine kirin. Lê ji berê de gotine deriyê mala xwe vekirî nehêle ji bo tu xelkê teşwîqî diziyê nekî. Aqilê min nagire ku ji bajarên xelkê wê di bin kavilan de man û desthilatê guh neda axîn û nalîna wan a di binê kavilan de ewqas deng ji vê desthilatê re derkevin. Ji xwe me dît li dehan bajarên kurdan jî çawa bi encamên dengdanê lîstine û di girdekên YSK’ê de dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP re nivisandine.
Ne li cihekî wiha kirine ku em bêjin tesaduf û şaştî ye lê li dehan sendoqên hilbijartinan ev fen û hîle kirine. Her wiha wekî her dem dê ev desthilat hewl bide ku mitîng û propogandaya xwe li ser merasîmên cenazeyê leşkeran bike. Lewre ne dûr e heke van rojên beriya hilbijartinên 28’ Gulanê leşker neyên kuştin jî, bi zorê wan bide kuştin an jî merasîman ji tabûtên bê cesed re çêkin û ji xwe re wekî propogandayeke hilbijartinan bikar bînin. Lewre divê muşahid gelekî hişyar bin û heta girdekên YSK’ê jî li pey dengên xwe bin.