9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

‘Me Kobanê çawa parastibe dê Rojava jî wisa biparêzin’

Li gelek bajaran gel bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk dakete kolanan û got: “Li Helebê êriş, li Tirkiyeyê aştî nabe. Me di sala 2014an de Kobanê çawa parastibe dê îro jî bi heman awayî Rojava biparêzin.”

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gel, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî êrişên ser taxên kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dakete kolanan. Di çalakiyan de peyama “Li Helebê êriş, li Tirkiyeyê aştî nabe. Me di sala 2014an de Kobanê çawa parastibe dê îro jî bi heman awayî Rojava biparêzin.” hat dayin.

Şirnex

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, nayê teslîmgirtin” hate hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Rojava Rojhilata Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Ramazan Uysal daxuyanî da.

Wekîla DEM Partiyê ya bajêr Newroz Uysal Aslan jî di daxuyaniyê de got ku gelên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi sala ye li ber xwe didin û mînakeke bêhempa ya berxwedanê raber kirine. Newroz Uysal Aslanê got: “Yên êriş dikin ne tenê HTŞî ne. Tiştekî rasthatî nîne ku êriş piştî hevdîtina Parîsê hate kirin. Ev êriş, ne wijdanî, ne hiqûqî û ne jî însanî ne. Divê ev êriş tavilê bên sekinandin. Bila kesek li ser xwîna Kurdan bazariyên qirêjî nekin. Em, berxwedana gelên Eşrefiye û Şêxmeqsûd silav dikin. Tiliya Tirkiyeyê di êrişan de heye. Li Helebê êriş, li Tirkiyeyê aştî nabe. Me di sala 2014an de Kobanê çawa parastibe dê îro Rojava jî wisa biparêzin.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Edene

Li Parka Înonu ya Edeneyê jî daxuyanî hate dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku Rojava teslîm nayê girtin û banga berpirsyartiyê li qada navneteweyî kir. Aydemîr, got ku êrişên tên kirin sûcên li dijî mirovahiyê ne û xwest êriş demildest bên sekinandin.

Piştî daxuyaniyê, girse heta avahiya DEM Partiyê meşiya.

Enqere

Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bedela hesabên hêzên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê jin û zarok didin. Înîsiyatîfê, hejmara kuştî û birîndaran parve kir û got “Aştî di kudera vê de ye?” Bi domdarî înîsiyatîfê got: “Gelo xwediyên îktîdarê li ser canê zarokan amadekariyên parvekirina axê dikin?” Înîsiyatîfê, anî ziman ku rêxistinên cîhadîst ên li Helebê xwe dispêrin gefên îktîdarê û erêkirina hêzên kûrewî û got: “Weke jin em careke din ji vî şerî û ji emperyalîzmê re dibêji na. Ji bo pêşîgirtina qetilkirina jin, zarok û sivîlan em dengê xwe derdixînin.”

Wan

Êrişên ser taxên kurdan ên Helebê li Wanê jî bi meşekê hat protestokirin. Bi sedan kesên pêşiya DBPa bajar kom bûn, bi pankarta “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye û nayê teslîmgirtin” meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmê “Qatil HTŞ”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî yekitiye gelê kurd” hatin berzkirin. Girseya ku gelek caran bi astengkirinên polîsan rû bi rû ma, bi dirûşmên xwe meşa xwe domandin. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî di meşê de pankarteke mezin a bi nivîsa “Parastina Rojava parastina nirxên mirovahiyê ye” vekir.

Girseya ku heta meydana bajar meşiya, li vir daxuyanî da. Kurdiya metna hevpar ji hêla hevserokê DBPê yê bajêr Cemal Demîr ve hat xwendin û ya bi tirkî jî hevseroka MEBYA-DERê Hanim Kaya xwend.

Cemal Demîr, anî ziman ku tiştekî pir balkêş e ku ev êriş, di demekî behsa entegrasyona HSDê û çareseriya siyasî dihat kirin dehatine destpêkirin û got: “Ev rewş nîşan dide ku aliyên dijî çareseriyê bi zanebûn dixwazin sabote bikin. Êrişên Kurdan hedef digirin, ne tenê îro, her wiha zemîna lihevkirineke siyasî jî ji holê radike. Em van êrişan qebûl nakin. Her wiha em bi aşkerayî dibêjin; ev êriş, berdewamiya êrişên ser duzî û elewiyan e. Bi van êrişan, gel û nasnameyên Sûriyeyê hedef hatine girtin û berhema aqilekî tarî ye ku dixwaze berê gelan bidin hev. Gelê kurd ku li dijî çeteyên DAIŞê berxwedaneke dîrokî raber kir, tekane temînata aştî, demokrasî û azadiyên Rojhilata Navîn e.”

Piştî xwendina metnê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dirûşman bi dawî bû.