Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP), di çarçoveya Rûniştinên Mafên Mirovan ên 56’emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, di 3’yê tîrmehê de li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi sernavê “Li Tirkiyeyê mafên mirovan” konferans pêk anî. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Parlamentera Parlamenta Ewropayê Laûra Castel Fort û siyasetmedarên kurd Firat Anli beşdarî konferansê bûn. Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê MRAP’ê Gîanfranco Fattorînî moderatorî ji konferansê re kir û destpêkê parlamenter Laûra Castel Fort axivî.
Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Îbrahîm Bîlmez, têkildarî naveroka konferansê û hewldanên parêzeran ên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Ewropa pêş dixin agahî dan.
Xwest Tirkiye deriyê Îmraliyê veke
Bîlmez, anî ziman ku ji bo îşkenceya tecrîdê ku li cihanê mînaka wê tune bi dawî bikin, serî li hemû rê û rêbazan didin û wiha got: “Em serî li hemû saziyên darazê yên navdewletî didin. Di serî de em serî li DMME, CPT’ê û Konseya Ewropayê didin. Di sala 2022’an de jî ji ber ku me encam ji DMME û CPT negirt, me mijar bir rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY). Me di sala 2022’an de serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê (KMMNY) da. Ev jî dadgeheke navneteweyî ye. Me mijara tecrîdê û şertên Îmraliyê li wir vegot. KMMNY’ê daxwaza me qebûl kir. Li ser daxwaza me di îlona 2022’an de ji hikûmeta Tirkiyeyê tedbîr xwest. Ji bo Birêz Ocalan û girtiyên li Îmraliyê karibin bê sînor bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin xwest deriyê Îmraliyê li parêzeran vekin. Lê Tirkiye gav neavêt. Li ser vê yekê me di meha çileya 2023’an de dîsa rewş ji KMMNY’ê re vegot. KMMNY’ê dîsa heman tişt ji Tirkiyeyê xwest. Lê Tirkiye dîsa gav neavêt. Heta niha ev daxwaz pêk nehatiye. Em bawer dikin ku KMMNY dê Tirkiye mahkûm bike. Aliyê hiqûqî û zagonî yê tecrîdê tune ye û di tu Peymanên navneteweyî de cihê tecrîdê tune ye. Tecrîda ku vegeriya ye îşkenceyê nayê qebûlkirin.”
Li Îmraliyê her kêlî îşkence ye
Prz. Îbrahîm Bîlmez, da zanîn ku tu di meha gulanê de serî li Raportora Taybet ya NY’ê da. Yek jê raportora li dijî îşkenceyê bû. Yek jî Raportora Serxwebûna Pîşeyê Parêzeran bû. Me got 40 meh in em bi tu awayî agahî ji Ocalan nagirin. Êdî sînorê îşkenceyê derbas kiriye. Dîsa muwekilê me ji 6 mehan carekê cezayê dîsîplînê digirin. Ev cureyê înfazê jî îşkence ye. DMME vê wekî îşkence pênase dike. Di sala 2014’an de piştî me serî li DMME’yê da û li ser vê yekê biryar da. DMME’ê biryar da ku Cezayê Muebeta Giran Îşkence ye û ev îhlala PMME’yê ye. Ji ber vê yekê ji 2014’an heta niha her saet Birêz Ocalan di şertê îşkenceyê de dijî. Ji ber van mijaran me serî li Raportorê Taybet ê NY’ê da. Ji berk u em parêzer nikarin erk û pîşeya xwe pêk bînin me serî li Raportorê Serxwebûna Pîşeyê Parêzeran ji da. Maqam û Erkdarên Darazê bi taybetî di 2-3 salên dawî de dixwazin me ji sînorê darazê dûr bixin. Ji bo em û malbat nikaribin biçin hevdîtina muwekilên xwe, cezayê dîsîplînê didin pêş me. Em nizanin çima cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Vî cezayî ji me vedişêrin. Dîsa Dozgerê Bûrsayê ji 6 mehan carekê cezayê qedexeyê dide parêzeran. Peywir û pîşeya me ya parêzeriyê asteng dikin. Ji ber vê yekê me serî li Raportorên taybet ên NY’ê dan.”
Parêzer Bîlmez, da zanîn ku tev li konferansên NY’ê jî bû û ev agahî parve kir: “Demek dirêj e bi tevlêbûna sazî û rêxistinên civakî li Cenevreyê di bin baneyê NY’ê de civîn pêk tên. Ji bo em qala tecrîdê bikin di 3’ê tîrmehê de bang li me kirin. Me ev pêvajoya ku li jor qal kir di konferansê de bi nûnerên sazî û rêxistinên civakî re parve kir û vegot. Divê hem NY û hem û saziyên din ên cemawerî û rêxistinên demokratîk li dijî vê rewştê têkevin nava tevgerê. Me di konferansê de jî banga vê yekê kir. Nêzî 25 sazî beşdar bûn. Bi baldarî li me guhdar kirin û nîşe girtin. Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Laûra Castel Fort li ser doza Kobanê, tecrîda Îmraliyê û destnedayîna parlamenteran rawestiya. Firat Anli jî li ser rewşa qeyûm û girtîgehan axivî.”