Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî ragihand ku Konferansa Yekitiya Neteweyî ya Kurd ku ev demeke dirêj e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê gotûbêjkirin dê di 26’ê Nîsanê de were lidarxistin. Mazlum Ebdî li ser hesabê xwe yê X de got, “Em bi kêfxweşî ji gelê xwe re radigihînin ku wê ‘Konferansa Neteweyî ya Kurd a Rojava’ di 26’ê Nîsanê de bê lidarxistin.”
Mazlum Ebdî destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurd pêwîstiyek e û got, “Em hêvîdar in wê hemû alî pêwîstiyên vê berpirsyariya neteweyî bi cih bînin. Em vê firsendê ji hemû aliyên ku tevkarî li avakirina vê pêvajoyê kirine re spas dikin û di xebatên konferansê de serketinê ji wan re dixwazin.”