Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê civiyan.
Di hevdîtinê de çaverê ye ku li ser yekrêziya aliyên Kurdî ya li Rojava nîqaş û axaftin bên kirin.