19 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed beşdarî foruma li Dihokê bûn

Heyeta Rojava ku ji fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed pêk tê, beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn a li Dihokê bûn.

Heyeta Rojavayê Kurdistanê ya ku ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed pêk tê li Dihokê beşdarî Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bûn. Ev forum li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Dihokê tê lidarxistin.

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed li ber cihê forumê ji aliyê rayedarên PDKê û Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin û paşê derbasî hundirê eywana forumê bûn. Li cihê forumê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed kir. Dema ku Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed hatin eywana forumê, her kes rabû ser pêya û bi çepikan ew pêşwazî kirin.

Gelek siyasetmedar, kesayet, rewşenbîr, rojnameger û berpirsên herêm û welatan beşdarî forumê bûn. Di forumê de pirsgirêkên li Iraq, Kurdistan û Rojhilata Navîn tên gotûbêjkirin.

Parlamenterê HDPê yê Berê Osman Baydemîr, parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar jî beşdarî forumê bûn.

Hat zanîn ku parlamenterê AKPê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu ku duh beşdarî forumê bûbûn, beriya ku Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed werin cihê forumê ew ji Dihokê derketin e.