19 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlûm Ebdî: Rêber Ocalan pêşengtî ji pêvajoyek nû re dike

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî lli Dihokê axivî û got: “Rêber Ocalan pêşengtî ji pêvajoyek nû re dike û derfetek nû ji bo aştiya herêmê peyda bûye. Em li Rojava piştgiriyê didin vê pêvajoyê, ji bo serxistina pêvajoyê tişta ji me bê emê bikin.”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji bo beşdarî Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) bibin li bajarê Dihokê ne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di forumê de têkildarî rewşa Sûriyeyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.

Mazlûm Ebdî di despêka axaftina xwe de îşaret bi sedemê rûxandina rejîma Esed  kir û got: “Sedema ketina rejîma Esed ji ber redkirina diyalogê bû. Piştî ketina hikûmeta Beşar Esed me hewl da li gel hikûmeta nû diyalogê bikîn. Em dixwazin pirsgirêkan bi giftûgoyê çareser bikîn.”

Mazlûm Ebdî da diyarkirin ku Peymana 10ê Adarê pêşî li şerê navbera HSDê û hêzên hikûmeta Şamê girt û got: “Me şer nexwestiye, tenê dema ku şer li ser me hatiye ferzkirin me şer kiriye.”

Herwiha Mazlûm Ebdî da diyarkirin ku heta niha jî gelek xalên Peymana 10ê Adarê nehatine bicihanîn û got: “Heta niha jî koçberên Efrînê, Serêkanî û Girê Spî nekarîne vegerin ser warê xwe û rê bi wan nayên dayîn. Ev pirsgirêkek mezine û divê hikûmeta Suriyeyê bi başî nêzî vê mijarê bibe. Ger îradeyek cidî hebe, Peymana 10ê Adarê wê were bicihanîn. Ji aliyê me ve wek HSD û hêza kurd ya li Rojava em xwedî îradeya siyasî ne û daxwazê ji hikûmeta Suriyeyê jî dikin bi heman rengî bin daku bikarîn pêngavan bavêjin.”

Mazlûm Ebdî daxwaz ji welatên herêmê jî kir ku ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê rolek erênî bilîzin û piştgiriyê bidin: “Niha Sûriyeyek nû heye, civaka navdewletî û gelek welat ji bo derfetê bidin Sûriyeyê deriyê xwe vekirine. Gelek tişt hatine paşguhxistin. Dixwazin Sûriye li ser lingê xwe raweste, em heman tiştî ji bo xwe dibînin ji ber ku ev yek ji bo me jî pêwîste.”

Mazlûm Ebdî di dirêjiya axaftina xwe de da diyarkirin ku wek HSD wan tu demê êrişî ser tu aliyek nekirine, tenê xwe parastine û got: “Di dema borî de, niha û dema bêjî emê ji bo tu alî û welatek nebin metirsî. Ji ber vê çendê em ji Tirkiyeyê re jî dibêjin ku me wek metirsî li ser xwe nebînin. Ji bo entegrasyona hêzên me li gel Sûriyeyê de lihevkirinek çêbûye. Em ji bo bicihanîna vê lihevkirinê kar dikin. Di heman demê de hin mijarên ku peywendiya xwe bi destûrê ve hene jî hene ku hîna ew nehatine çareserkirin. Lê giftûgo hene, bi taybetî jî li ser şêwazê sîstema navendî yan jî nenavendiyê. Yan jî destûr çawan were guhertin. Rêjeya hêzên me çiqas be, nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li parlementoyê çawan be, ev mijar pêwîste hemû giftûgo li ser bên kirin.”

Mazlûm Ebdî da diyarkirin êdî zehmete ku Sûriye mîna berê bi sîstemeke navendî bê birêvebirin û got: “Piştî 15 salên şer divê Sûriyeyek nenavendî hebe. Herêm xwe bi xwe rêvebibin, ev rastiyeke û divê were qebûlkirin.”

Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî destnîşankir ku gelê kurd ji bo aştî û aramiya li Rojhilata Navîn pêşengtiyê dike û got: “Derfetek nû û qonaxek dîrokî li Rojhilata Navîn derketiye, em piştgiriyê dikin. başûr, bakurê Kurdistan û kurdên li derveyê welat jî dikarin rola xwe di avakirina rojavayê Kurdistanê de bilîzin.”

Di dawiyê de jî fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk got: “Rêber Ocalan pêşengtî ji pêvajoyek nû re dike û derfetek nû ji bo aştiya herêmê peyda bûye. Em li Rojava piştgiriyê didin vê pêvajoyê, ji bo serxistina pêvajoyê tişta ji me bê emê bikin.”