13 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlûm Ebdî: Hêviya me ew e ku gav bên avêtin

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî diyar kir ku ev gava nû ku bi dayîna van biryaran ji aliyê PKK’ê ve hatiye avêtin, dê deriyê pêvajoyeke siyasî û aştiyane veke.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, derbarê biryara Kongreya 12emîn a PKKê, li ser hesabê xwe yê fermî yê X’ê peyamek parve kir.

Di peyama Mezlûm Ebdî de wiha hate gotin: “Biryarên PKK ên ji bo hilweşandina sazûmana rêxistinî, bidawîkirina têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoya siyaseta demokratîk, îfadeya rêzgirtina li bang û daxwaza Rêber Ocalan’e.

PKK di têkoşîna xwe ya ku demeke dirêje berdewam dike de, roleke dîrokî û diyarker li Rojhilata Navîn girtiye ser xwe. Em bawer dikin ku ev gava nû dê deriyên pêvajoyeke siyasî û aştiyane li herêmê veke.

Hêviya me ew e ku ligel vê pêşketinê, hemû aliyên têkildar gavên pêwîst bavêjin û hemû dost jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”