12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlum Ebdî: Em amadene ku termê Suleyman Şah vegerînin cihê wî

Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da û got ku ew amade ne li gorî peymanên navneteweyî tevbigerin û bi aliyan re hevkariyê bikin.

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, li ser hesabê xwe yê Xê têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di dema metirsiya rêxistina DAIŞê ya 2015an de, me ji bo parastina termê Silêman Şah alîkarî kir û term ji cihê wê veguhest herêma Aşmê. Îro jî em diyar dikin ku em pabendî parastina cihên dîrokî ne û amade ne bi tevahî aliyên têkildar re hevkariyê bikin ku wê termê vegerînin cihê wê yê berê da ku li gorî lihevkirinên navneteweyî yên berê be û rêz ji tevahî mîrasa çandî re were girtin.”