Duh li bajarê Eqebê yê başûrê Urdunê têkildarî rewşa Sûriyeyê civînen hat lidarxistin. Wezîrên karên derve yên dewletên Ereban ên weke Urdun, Siûdî, Iraq, Lubnan, Misr, Îmarat, Behreyn, Qeter, her wiha wezîrên karên derve yên Amerîka û Tirkiyeyê tevlî civînê bibûn. Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El Xeyz, nûnera siyasetên derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas û nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen jî beşdarî civînê bûn.
Fermandarê Giştî yê HSDˈê Mazlûm Ebdî der barê encamnameya civîna ku duh li bajarê Eqebe yê Urdinê têkildarî pêşeroja Suriyeyê hat lidarxistin de peyamek weşand. Di peyama ku li ser hesaba medya dijîtal a X weşandin de wiha gotin: “Em encamnameya lutkeya Eqebê ya wezîrên karên derve ya welatan Ereban a der barê Sûriyeyê de erênî dibînin. Di heman demê de em piştgiriya hewldana Erebî ya ji bo avakirina aramiya li Suriyeyê, dikin. Wekî gaveke bingehîn a ber bi diyalogên çêker ên ji bo avakirina Sûriyeke nû ve dibînin. Em teqez dikin ku girîng e li gorî encamnameyê tevahî çalakiyên leşkerî li seranserî xaka Sûriyeyê werin rawestandin. Li Sûriyeyê istiqrar bi beşdarkirina tevahî aliyan û mîsogerkirina yekîtiya xaka wê ku rê li ber aştiyeke mayînde vedike, dest pê dike.”