Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ji ANHAyê re axivî.
Mazlûm Ebdî bi bîr xist ku êrişên 6ê çileyê li taxên kurdan ên li Helebê destpê kir, li Tebqa, bejahiya başûr a Reqayê û Dêrazorê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye.
Mazlûm Ebdî anî ziman ku li gel hewldanên wan ên ji bo aramkirina rewşê û rawestandina şer êriş dewam dikin û diyar kir ku ew ji bo aramkirina rewşê dixebitin.
Mazlûm Ebdî got: “Em ji gelê xwe re radigihînin ku bi alîkariya aliyên navneteweyî hewldanên xwe yên ji bo agirbest û aştiyê dewam dikin. Ji ber vê yekê jî em bang li gelê xwe dikin ku bi wêrekî li dora şervanên xwe bicive û di baweriya xwe de israr bike.”
