Li navçeya Sûrê ku di lîsteya Mîrateya Çandê ya Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digire de di 6 û 13’ê îlon, 10 cotmeh û 28’ê mijdara 2015’an de 4 caran qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di 2’ê qanûna heman salê de li taxên Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmazê hatibûn qedexekirin. Ev qedexe bû qedexeya herî dirêj a dinyayê. Li gorî raporeke Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), ji sedî 72’yê her şeş taxan piştî qedeyan hatiye hilweşandin. Dîsa mizgeft, dêr, dibistan, hemam jî di nav de 334’ê wan tomarkirî bi giştî 3 hezar û 569 avahî hatin hilweşandin. Li şûna van malan malên ku dişibin girtîgehên bi tîpên F û S hatine lêkirin. Ev mal bi kevirên bazalt ên bi makîneyê hatine birîn û bi yek rengî li dijî avahîsaziya bajar hatine lêkirin. Demeke dirêj dora van malan bi bariyaran hat girtin. Beriya demekê destûra têketina van malan hat dayîn
Her gund, bajar û şûnwarek bi mîmariya xwe rewşa civakî, çandî û dîroka wê civakê nîşan dide. Navçeya Sûrê ya Amedê ku bi sedan salan nasname û baweriyên cuda di sînga xwe de hembêz kir, piştî qedexe û êrîşan xera bû. Navçeya Sûrê ku bîra wê heye, hem ji ber hilweşandina ku bi qedexeyên derketin derve re dest pê kir hem jî bi avakirina malên ku dişibin girtîgehê van hemû taybetmendiyên xwe yek bi yek winda dike.
Herî dawî qeyûmê Sûrê Abdûllah Çîftçî, di meha kanûnê ya sala 2021’an de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku têketin û derketine 6 taxan ne qedexe ye, tenê qadên şantiyeyan girtî ne. Qadên şantiyeyan jî taxên Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz ku piştî qedexeyan hilweşandinên herî zêde li wan pêk hatine. Ajansa Mezopotamya (MA) çû van qadan û dîmenên wan kişand. Nûçegîhanê MA’yê bi hevalê cem xwe re dîmenên avahiyên dîrokî yên 6 sal in ji herkesî tên veşartin û li ser piya mane yek bi yek kişand. Dîmen û wêneyên hatin kişandin rastiya polîtîkayên hikûmetê yên li dijî dîrok, çand û civakê nîşan dide.