Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştî vê bangê PKKê jî 12emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara bidawîkirina xebatên xwe da. Vê rewşê jî, nîqaşên têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke nû kir. Lê tevî van geşedanan jî îktîdar û Dewleta Tirk heta niha tu gavên şênber neavêtiye. Di demên dawî de ji bo avakirina komîsyona li Meclisê hewldan hene lê hê gavek nehatiye avêtin.
Li hêla din, li seranserî cîhanê piştgiriya ji bo banga Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe. Sekreterê Giştî yê Lombardiyayê yê Sendîkaya Karkerên Perwerdeyê ya Îtalyayê (FLC CGIL) Massimiliano De Conca têkildarî mijarê ji ANFê re axivî.
Massimiliano De Conca destnîşan kir ku biryarên Kongreya 12emîn a PKKê û banga 27ê Sibatê ya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd firsendeke mezin e. De Conca, anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê divê Dewleta Tirk gavên şênber biavêje. De Conca, bal kişand ser girîngiya fikir û azadiya Abdullah Ocalan û got: “Fikrên Ocalan ji bo krîza demokrasiyê ya heyî çareseriyê pêşkêş dike.”
Massimiliano De Conca, destnîşan kir ku fesihkirina PKKê dawî nîne, destpêkeke nû ye û ev tişt anî ziman: “Pîvan û biryarên ku di Kongreya 12emîn a PKKê de hatin wergirtin bi dîtina min awarte ne. Destberdana ji tundiyê, pejirandina diyalogek ku gelan nêzî hev bike, çareseriya herî baş a vê demê ye. Ev yek dawîbûna demekê yan jî partiyekê nîne, destpêka rêyeke nû ya siyasî ye. Ev yek dawî nîne, destpêkeke nû ye. Ev yek, ji dirûşm û gotinên kongreyê ye. Bi taybetî, fêhm dikim ku ev yek dikare wan kesan bitirsîne ku tundî û mêtingeriyê di şerê navneteweyî de weke yekane çareseriyê dibînin. Li hemberî vê yekê Ocalan pêngaveke diyalogê pêşniyar dike ku dikare rêyeke hevpar a pêşketinê veke, ku ev yek jî yekane çareserî ye. Kongreya 12emîn ji xwe re dike armanc ku tevgereke azadiyê ya hîn berfireh bide destpêkirin; ez vê fêhm dikim û piştgiriya wê dikim.”
Massimiliano De Conca, diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan xwedî wê hêzê ye ku dikare hemû şerên li cîhanê bi dawî bike û wiha domand: “Banga Ocalan ku di kongreya PKKê de hate qebûlkirin, ne tenê ji bo gelê Kurd, bi giştî ji aliyê polîtîkaya yekbûnê ve işaretê bi veguherîneke girîng dike. Gelê Kurd dikare bibe modeleke polîtîkaya civakî ku rêyeke demokratîk û rasteqîn pêşkêşî welatên din bike; ev yek jî rêyeke ku dikare şerên li cîhanê bi dawî bike.”
Massimiliano De Conca, destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê civaka navneteweyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PKK bi berpirsyariyeke mezin rabû. Divê Dewleta Tirk biryarê bide. Ya wê berê xwe bide aliyê demokratîk an jî wê di rejîma heyî de bimîne. Ev yek tiştekî hêsan nîne û tenê bi Dewleta Tirk re pêk nayê. Divê civaka navneteweyî jî hurmetê nîşanî pîvanên navneteweyî bide. Lewma divê Ewropa bi roleke hîn xurt rabe, divê Neteweyên Yekbûyî hîn çalak bibe, ku Dewleta Tirk li gorî pîvanên navneteweyî tevbigere. Daxuyaniyên PKKê yan jî Ocalan ên ji bo guhertinê têrê nake. Divê piştgirî ji vê pêvajoyê re bê dayin.”
Bi domdarî, Massimiliano De Conca anî ziman ku ji bo serkeftina pêvajoyê gavên siyasî û hiqûqî yên Dewleta Tirk wê girîng bin û weke gava destpêkê jî got, divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin. Massimiliano De Conca, wiha pê de çû: “Aliyê hember yanî Dewleta Tirk jî divê guhertinan bike. Tişta ku destpêkê divê bike, azadiya Ocalan û berdana girtiyên siyasî ye.”
Sekreterê Giştî yê Lombardiya yê FLC CGILê Massimiliano De Conca bal kişand ser girîngiya fikrên Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: “Bi dîtina min, şerên li Ûkranya, Filistîn û Afrîqayê niha diqewimin pêwendiya xwe bi sînoran û fikrê dewletê heye. Ji ber vê yekê Ocalan bi cewhera pirsgirêkê girt. Heta ku sînorên siyasî û neteweyî hebin şer jî wê hebin. Ji ber ku sînoreke neteweyî û siyasî di heman demê de sînorên milkiyetê jî diyar dike. Li hemberî vê yekê civakeke ku her tiştî hevpar dike, civakeke welê ye ku astengî û sînor li pêşiyê nîne. Lewma ji bo jiyaneke bi hev re mirov dikare qala federasyoneke çandî bike. Fikrekî din ê bingehîn ê Ocalan beriya her tiştî ji jinan û ciwanan destpê dike. Dema ku mirov îro li tabloya navneteweyî dinihêrin, tenê mêr û çek hene. Halbûkî divê çareseriyeke cuda bê dîtin. Aşkera ye ku civaka bi serweriya mêr êdî xitimiye û nikare paşerojeke hîn baştir pêşkêş bike. Li şûna vê yekê divê mirov ji ciwanan ku paşerojê temsîl dikin û ji jinan destpê bikin ku li derveyî civakê têne hiştin. Ev her du fikrên bingehîn ên Ocalan -konfederalîzma demokratîk û civaka ji jin û ciwanan destpê dike- fikrên şoreşger in ku serweran ditirsîne.”
Massimiliano De Conca, diyar kir ku divê lêkolîn li ser fikrên Abdullah Ocalan bêne kirin, piştgirî jê re bê dayin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê fikrên Ocalan bên lêkolîn, belavkirin û dewamkirin. Fikrên Ocalan ne tenê bi pirsgirêka kurd re eleqedar in. Bêguman pirsgirêka kurd pirsgirêkeke girîng e. Lê belê îro pirsgirêka bingehîn pirsgirêka demokrasiyê ye. Ji ber ku îro me tevlibûn winda kir, rêyên tevlibûna mirovan a li demokrasiyê winda kir. Halbûkî divê çareseriyeke nû bê dîtin û ev çareserî jî di nava fikrên Ocalan, di nava manîfestoyên wî de ye.”