Em gundî her tim der û dora xwe, mala xwe, tewle û gomên xwe paqij dikin, ne tenê mehê carekê her roj ev karê me ye. Tewle û gomên me yên ku ji bo heywanan an li kêleka malê, yan jî li paş malê tên ava kirin, wan zivistanên sar û dirêj, dema em gava xwe diavêjin derve, li tenişta malê, pez û dewarên xwe alif dikin (Alif: gîha, ka û hinek ceh û genim navhev dikin û didin heywanan). Lewma em naxwazin ne heywanên me li me dûr bisekinin, ne jî em ji wan.
Îca hevaleke me heye, Şekir (dayê bav û kalê me çima ev navana li me kirine nizanim). Ew him cînarek bi xîret, baş, hevalbend e û him jî pir teral e. Tu carê der û dora xwe û mala xwe paqij nake. Çend mehan carekê em hemû heval û cînar diçin mala wê serobino dikin, di malê de çi li ber çavê me dikeve em dişon û vedişon, zuha dikin, careke din mala wê li ser hevde tînin heta careke din dema paqijiyê tê.
Hemû carê jî em jê re dibêjin, ger tu her roj mala xwe hindik hindik, roj bi roj paqij bikî wê der û dora te jî xweş bibe. Tu dibêjî qey em ji wî dîwarê hanê re dibêjin, sibetirê her tiştên wê dîsa li tevlî hev e. Lê em gunehê wê nadin stûyê xwe ku xwarinên xweş çêdike.
Min got lê lê Şekirê, bi roj heta êvara dereng tu li ser wan keviran rûdinî, ew qûna te wê piştî demekê kurmî bibe, ev çi rewşa mala te ye? Bu hike hika wê keniya keniya û got; Ez ê çawa bikim rewşa malê?
Li derve rûniştandin baştir e. Me nikarîbû bersiva wê bidin, ew ji vî halê xwe razî ye, qeeet xema wê nîne. Got: Ez ê îro ji we re xwarinên pir xweş çêbikim û tama wê li ser zimanê we neçe. Êê de çêke, ji xwe tenê ew ji destê te tê.
Me hemûyan bi hev re xwe avête nava malê ku em paqij bikin, dayê rebenê em dikin û nakin naqede, çi di nava malê de heye ku kêrî tu tiştekî nayê em davêjin derve dema em vedigerin ew tiştên beredayî dîsa di nava malê de cîhê xwe girtine. Yek, du sê car? Bêhna min teng bû, min got; Şekir xanim, binêre em hemû hatine alîkariya te dikin, der û dora te paqij dikin, ew tiştên ku kêrî tu rêxê nayên tu careke dîn tînî malê. Got: Naa na, ez ji vana hez dikim, bila li ber çavên min bin. Bes e lê, ev çi halê te ye ku li ser qal û qirşan de dihênijî?
Ehed û şert be ger tu dengê xwe derxî ez ê hemûyan bişewitînim. Lê li aliyê din jî bêhna xwarina wê em gêj kirin, bêhneke wisa xweş tê ku em nikarin bisekinin. Malxirabê xwarinên xweş çêdike.
Ayyy felekê, ji me re wisa got ku em jî fam bikin. Em çi zanin tu bi wan qal û qirşan re bûyî heval. Dîsa ew kenê wê yê bedew ket li ser lêvan. Got; Hûn niha pir birçî bûne, werin min ji we re xwarinên xweş çêkiriye. Bi lez em tev li ber xwarinê rûniştin. Çend rojên din werin mêvandariya min, ez ê vê carê ji we re xwarinên xweş çêbikim û hûn ê tam bikin. Piştî çend rojan em çûn mala wê, weyla nemayê mala wê wek ew roja ku me paqij kiribû sekiniye wisa paqij, wisa delal, maleke bêhnvekirî. Vegeriya got; Min bi zanistî mala xwe paqij nedikir ku sewa hûn her car werin cem min, herdu destê min jî hene, ez dikarim mala xwe her roj paqij bikim lê min bêriya we dikir.
Hêsrên me hemûyan ji jorde hatin xwarê. Me got; ji me re bêje, vaye malên me li cem hev in, em durî hev in, çi zanim me jî digot qey tu dixwazî bi tena serê xwe bimînî, weyla li me rebenê, em çawa wek te ne fikirîn? Binêr ji îro û şûn de her roj em diçin malên hev, ne ji bona xwarin û vexwarinê, bila haya me ji hev hebe, bila em bibin yek mal, te got erê?….