Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şertê giran ên tecrîdê de tê ragirtin. 3 sal in ji Rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayên girtin. Bi armanca şikandina tecrîda giran û misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan, dostên Ocalan di 10’ê cotmehê li 74 navendên cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan û hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de saziyeke pêşeng ku ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê bang lê hatiye kirin, Komîteya Pêşîgirtin Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye ku dikare biçe Îmraliyê. Paşeroj û berpirsyariya tecrîdê bi giranî di destê CPT’ê de ye. Lê CPT rapora serdana xwe ya dawî ya ji bo Îmraliyê ya di îlona 2022’yan hê jî aşkere nekiriye û li hemberî bangên bidawîkirina tecrîdê yên li seranserê cîhanê bêdeng e. Ji bilî raporên CPT’ê yên li ser serdanên li Îmraliyê, naveroka van hevdîtinan tim hatin veşartin. Rojnameger Serkan Demîrel bi parêzerê Belçîkayê yê navdar û serokê CPT yê berê Marc Neve re axivî
Serokê Berê yê CPT’ê Parêzer Marc Neve, pirsên hevpar ên ANF’ê û Bernameya Nêrîna ji Ewropayê ya ku Serkan Demîrel di Televîzyona Medya Haberê de pêşkêş dike, bersivand. Marc diyar kir ku Îmralî navendeke tecrîdê ye û mercên li Îmralîyê nayên qebûlkirin û rêya çareserîyê diyaloga siyasî ye ne zext û tecrîd e. Hevpeyvina bi Parêzer Marc Neve ku niha Serokatiya Konseya Çavdêriya Girtîgehên Neteweyî yên Belçîkayê dike re wiha ye:
Weke endam û serokê CPT’ê, we 3 caran serdana Girtîgeha Îmraliyê kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin û we bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ez dixwazim bi nêrînên we yên der barê van serdanan de dest pê bikim. Hûn dikarin hinekî qala vê pêvajoyê bikin?
Tevî ku gelek wext derbas bû jî ez wan serdanên ji bo Îmraliyê ji bîr nakim. Serdana girtiyekî ku bi tena serê xwe di girtîgehê de dimîne tecrubeyeke mezin û rewşeke awarte ye. Li ser bingeha CPT’ê divê em biryara hevdîtina Ocalan berfirehî nîqaş bikin. Wê demê CPT neçar bû ku li ser girtîgehên 47 welatan kar bike. Her çendî pêwîst bû jî ku em serdana girtiyekî ku bi tena serê xwe di girtîgeheke giravê de tê girtin, bikin jî ji bo wan serdanan me gelekî hewl da. Dema ku ez cara ewil çûm Îmraliyê, beriya wê hin hevalên min ên di heyetê de hatibûn Îmralîyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Yanî ez di nava heyeta CPT’ê ya ku cara duyem serdana Îmraliyê dikir de bûm. Ocalan ev demek bû bi tenê bû, tecrîda li ser giran bû, tu têkiliyên wî bi derve re tune bûn Dema ku me ew dît, rewşa wî baş nebû.
Hûn dikarin hinekî qala Girtîgeha Îmraliyê bikin, bo nimûne avaniya wê û zehmetiyên çûnûhatina wê?
Îmralı giraveke biçûk e li ser Behra Marmarayê ye. Di destpêkê de tenê wekî baregeheke leşkerî û girtîgeh hatiye bikaranîn û ev jî nokîkiyên paşeroja giravê derdixe holê. Baregeha leşkerî ya li vir bi taybet pir girîng e çimkî yê ku li Îmraliyê tê girtin Ocalan e. Her çend hewce ye di bin desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê de be jî, di bin kontrola artêşê de ye. Ev rewş nîşanî me dide ji bo çûnûhatina giravê hewceyî bi helîkopterên artêşa tirk heye. Bi hinceta pêlên xurt ên behrê çûnûhatina bi keştiyan ne pêkan e. Em tim bi helîkopterên leşkerî çûn Îmraliyê. Dema ku me cara ewil Ocalan dît, ew bi tena serê xwe û di bin tecrîdê de bû. Serdana ewil baş tê bîra min, ez bi xwe 3 caran çûm serdana wî. Di hemû serdanan de yê ku dixwest biaxive Ocalan bû, ji ber tecrîda li ser wî, pêdiviya wî bi axaftin û parvekirinê hebû. Ji me re gelek tişt digotin.
Helwesta Ocalan a li hemberî we çawa bû û qala çi dikir?
Taybetmendiya wî ya yekem a balkêş ew bû ku tim dixwest biaxive hewcedarî bi vê yekê didît. Ji min re got ku ew bi çûkên biçûk re diaxive. Bi rastî jî hewl dida ku bi wan çûkan re biaxive. Ji ber vê yekê serdanên me ji bo Ocalan derfetek bû ku bi cîhana derve re têkiliyekê ava bike. Ji ber wê rewşê jî ev yek dihat fêmkirin. Gelek tiştên ku dixwest bibêje hebûn lê belê ew ne ji bo xwe, ji bo gelê xwe bi fikar bû. Ev yek mezintirîn taybetmendiya wî bû. Yanî tişta ku ez dixwazim bibêjim ew e ku Ocalan pir kêm behsa rewşa xwe dikir, bi piranî behsa rewşa giştî dikir. Gelekî dixwest behsa rewşa giştî ya siyasî bike. Ji ber ku wî bi xwe jî dizanî, ew girtiyek siyasî ye.
Di hevdîtinên bi Ocalan re mezintirîn tişta ku bandor li we kir çi bû?
Di serdanên me de tişta ku zêde bandor li min kir ew bû ku Ocalan zêde qada şert û mercên girtîbûna xwe nedikir. Zêdetir qala Gelê Kurd û PKK’ê dikir. Ev helwesta Ocalan pir balkêş bû, ji ber ku bi piranî girtî zêdetir gilî û gazindan ji rewşa siyasî nakin, zêdetir li ser zehmetiyên xwe û jiyana rojane disekin û qala wan dikin. Di hevdîtinên me yên bi Ocalan re jî rewşeke tam berovajî vê yekê hebû. Ev helwest û nêzîkatiya ji bo me pir girîng bû.
Esareta Ocalan a Îmraliyê dikeve sala xwe ya 25’an. Li Îmraliyê derbaskirina ewqas sal divê gelek zehmet be ne wisa? Ev teqez qet ne hêsan e. Ez bi zelalî bêjim, di serî da ez û hevpîşeyên xwe em difikirîn ku em dawî li tecrîda li vê giravê bînin. Ji ber vê yekê, me bawer dikir ku rayedarên tirk bi îhtimaleke mezin wê Ocalan veguhezînin tesîseke din a li ser axê. Lê belê ev yek pêk nehat. Piştî demeke diyar me dît an jî piştrast kir ku girtîgeh hatiye mezinkirin û çend girtiyên din anîne wê derê.
Lê di destpêkê de pêşdîtinek me ya ku Ocalan veguhezin girtîgeheke ser erd hebû. Lê belê ev yek pêk nehat. Mixabin CPT nekarî mudaxleyî vê mijarê bike. Tekane tişta ku em li ser sekinîn, her çend di heman girtîgehê de girtiyên din hebin jî, tecrîdkirina yek kesî û ragirtina wî li giravekê, pirsgirêkên mezin ên binesaziyê ji bo personel, malbat û ziyaretvanan derdixîne holê ku di nava şert û mercên asayî de biçin wê derê. Ev yek ji pirsgirêkên bingehîn ên herî mezin ên Îmraliyê ye.
Hûn dibêjin cihê Îmralî ji bo girtîgehekê ne guncav e, gelo bi serê xwe dibe navendeke tecrîdê?
Belê, ev rewşeke pir aşkere ye. Ji bo vê em destpêkê fikirîn û me daxwaz kir ku Ocalan veguhezin girtîgehek li ser erdê.
Ma dewleta tirk ev daxwaza we qebûl nekir?
Na. Rayedarên tirk nexwestin vê bikin.
Di nava 25 salên dawî de di rewşa tecrîdê ya li Îmraliyê de tu guhertin çênebûye. Ev 3 sal in ji Ocalan tu agahî nayê girtin. Ocalan ê ku bi temamî ji mafê xwe ya hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re bêpar hatiye hiştin, tecrîdeke mutleq lê tê ferzkirin. Tecrîda li ser Ocalan hûn çawa dinirxînin?
Ez di wê baweriyê de me ku divê em herdu alî ji hev cuda bikin. Li hêlekê şertên tecrîdê hene, weke ku we gotî. Ya rast, min geşedanan bi qasî we ji nêz ve neşopandibû, bi salan e min ew ji nêz ve neşopand. Lê tecrîd her ku diçe giran û dijwar dibe, ji vê mijarê guman nîne. Bi taybetî di mijara dirêjbûna dema ragirtinê de, qanûna dozê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi awayekî vekirî raxist pêş çavan ku divê tecrîd û dema dirêj a ragirtinê xwedî wateyekê be.
Gelo hê jî tu wateya ragirtina wî ya ewçend salan di girtîgehê de heye? Ev pirs, mijareke ku DMME’yê di çarçoveya demên dirêj ên girtinê da derxist holê. Ev ne tenê ji bo Ocalan, ji bo girtiyên din ên li Tirkiye û cihên din jî derbasdar e. Di mijara Ocalan de, ku weke girtiyekî girîngiya wî ya sembolîk nayê înkarkirin, dirêjahî û dewamiya girtina wî pirsgirêkeke nayê înkarkirin derdixe holê. Ev rewşeke pir aşkere ye.
Em dikarin bibêjin ku tecrîdeke wiha ya demdirêj veguheriye îşkenceyê?
Tecrîd çiqas demdirêj be, ew qas li dijî rûmeta mirovan weke binpêkirinekê tê qebûlkirin. Helbet em dikarin tecrîda li ser Ocalan weke îşkenceyê bihesibînin.
Weke ku hûn dizanin, yekane saziya ku mafê çûyîna Îmraliyê di destê xwe de digire CPT ye. Herî dawî di îlona 2022’yan de serdana Îmraliyê kir. Tevî demê ku li ser derbas bûyî û hemû daxwazên kurdan jî hîna rapora Îmraliyê aşkere nekiriye. Hûn helwest û rolê CPT’ê ya li hemberî Îmraliyê çawa dinirxînin?
Rolê CPT dest jê nayê berdan, lê ewqasî jî rolê wê zehmet e. Dest jê nayê berdan ji ber ku divê rewşa Ocalan jiderve bê kontrolkirin. Ocalan xwedî xisûsên pir girîng e ku ji cîhana derve re ragihîne. Lewma hem ji bo Ocalan bi xwe hem jî ji bo parêzer û xizmên wî yên ku dixwazin encamên serdanan bizanin, ev rewş hîn zehmet e ku me jî ev yek çavdêr kir. Tişta ku min ji gotina we fêm kirî, serdana dawî sala 2022’yan pêk hat û rapora têkildarî vê yekê hîna nehatiye weşandin. Rastiyek heye ku ev rewş fikar dide mirov. Ji ber ku ev bêdengiya CPT hin entegrasyonan dixe xeteriyê.
Bêyî bersiva Tirkiyeyê, CPT nikare raporê biweşîne, mane wisan?
Na, hingî ku têkildarî weşandina raporê ku dema raporên di navbera CPT û Tirkiyeyê de temam bûn, ger peymanek nebe li gorî konvansiyonan ev ne pêkan e. Hevpeymanên bi vî rengî ên bi hin welatan re hatine kirin, hene. Lê gelek welat hevpeymanên bi vî rengî qebûl nakin. Bi Belçîkayê re jî hevpeymaneke bi vî rengî tune ye.
Di rewşa Abdullah Ocalan de mane divê ev nêzîkatî cuda be?
Rewşa Ocalan ji aliyê serdanan ve hinekî din cudatir e. Serdanên CPT li Îmraliyê pêk tîne, helbet demdirêj dom nake. Serdanên CPT carnan 10 yan 15 roj didomin, lê ji bo Ocalan rewş heman nîne. Têkildarî serdanên ku li Îmraliyê tên kirin, em dizanin ku wê çi hevdîtin bên kirin û wê kîjan serdan bên kirin. Weke encam jî di vê rewşê de amadekirina raporê jî hîn bileztir dibe. Lê girîng e ku rayedar jî hingî ku bikarin bilez bersiv bidin.
Gelo rolê Konseya Ewropayê ya di şert û mercên girtîbûna Ocalan de çiye?
Ez difikirim ku Konseya Ewropa jî wê ji raporên CPT’ê yên têkildarî Îmraliyê sûd bigire. CPT saziyeke Konseya Ewropayê ye. Konseya Ewropa; rêxistineke mezin e ku ji xeynî CPT ji Komîteya Wezîran, Meclîsa Parlamenteran û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk tê. Navenda hemû saziyan li Strazûrgê ye û di nava hevkariyeke nêz de dixebitin. CPT saziyeke konseyê ya ku daketiye qadê ye. Di vî warî de xebatên ku CPT kirine, mesele ji xeynî xebatên Dadgehê, tevgerên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bandor dike ku dikare li gorî raporên ji aliyê CPT’ê ve tên weşandin, pozîsyonê bigre. Di vî warî de raporên CPT divê ji aliyê saziyên din ên Konseyê ve jî bê dîkatkirin.
Gelo hûn difikirin ku pozîsyoa CPT ya li hemberî Ocalan û Îmraliyê siyasî ye, yan jî em dikarin bêjin ku ji bo rewşa Ocalan zexteke siyasî li ser CPT heye?
CPT teqez saziyeke siyasî ye. Em ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tên hilbijartin. Lewma em saziyeke siyasî ne. Di asta Konseya Ewropayê de ji bo hêsankirin yan jî zehmetkirina xebatên saziyên mîna CPT gelek aktor hene. Ev pir aşkere ye.
Baş e, ma qey CPT li gorî rêgezên avakirina xwe ne diviya rêzê ji gelek mijarên li ser mafên mirovan bigire?
Belê. Weke endameke berê ya CPT min zexteke zêde ji derve hîs nedikir. Tişta ku me hîs dikir, giliyên ku me ji parêzer û endamên malbatê distand û me wan li ber çavan digirt. Eşkere ye ku divê Konseya Ewropayê ji bo rêxistinbûyîn û zêdekirina hejmara serdanên CPT çavkaniyên pêwîst pêşkêş bike. Bê guman ev daxwazeke mafdar e. Ji derve ve xuya ye CPT bi lez tevnagerin û divê hîn bêhtir serdana wir bikin. Ev mijarek ku nayê înkarkirine.
Ji bo guhertina şert û mercên Abdullah Ocalan û bidawîbûna tecrîdkirina wî, divê çi bê kirin?
Divê CPT careke din vegere Îmraliyê û serdaneke nû bike. Û raporên ku wê di wextê xwe de bên aşkerekirin, heke ewqas zelal bin ku tecrîdê şermezar bikin û hwd, divê ev rapor ji hêla aktorên derve yên wekî Konseya Ewropayê ve were bikar anîn. Li aliyê din, eger bê xwestin dikare wiha jî bibe. CPT amûreke bi navê aşkerekirina raya giştî ku di kêliyeke diyar de dikare bi kar bîne, di dest de ye. Ji xwe li ser hin dewletan û bi taybetî jî li ser Tirkiyeyê daxuyaniyên raya giştî hatin dayîn. Eger mijar têra xwe girîng be, CPT jî dikare daxuyaniyekê bide raya giştî. Lê belê bi têrkerî nizanim, ev demeke dirêj e ne di nava CPT de me. Ji ber vê yekê, ez niha nikarim ji we re vebêjim bê ka rewşa nîqaşê di nava CPT’ê de çi ye.
Li ser rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de hûn dixwazin çi bêjin, tecrîd parçeyek ji şerê li dijî gelê Kurd e?
Belê, bêguman tecrîd û cihê Ocalan yekser bi hev ve girêdayî ne. Aşkere ye ku di navbera rola Ocalan a weke rêber û nûnerê PKK’ê û şert û mercên ragirtinê yên bi salan e pê re rûbirû ye de, pêwendî heye. Beriya serdema nîqaşên ji bo hevdîtinên aştiyê em li wir bûn. Piştre bi rengekî vekirî danûstandin dest pê kirin. Wê demê Tirkiye jî ji bo ku tev li Yekîtiya Ewropayê bibe namzetekî xurt bû. Ji ber vê yekê, raporên me yên Îmraliyê dibe ku bandor li helwesta rayedarên tirk a wê demê ji aliyê rast ve kiribe. Wê demê ji ber ku Tirkiye ev pêvajo hilweşand; pişta xwe daye Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê jî pişta xwe daye Tirkiyeyê. Muzakereyên bi PKK’ê re bi dawî bûn.
Serokê Afrîka Başûr Nelson Mandela piştî dîlgirtina 27 salan serbest hatibû berdan. Civaka navneteweyî ji bo ku Mandela ber bi azadiyê ve biçe roleke girîng lîst. Gelo heman civaka navneteweyî dikare rola xwe di azadkirina Ocalan de bilîze?
Belê, bêguman, ji ber ku di mijara girtiyekî sembolik de ye, diyar e ku çareseriya siyasî rêyeke derbasdar û girîng e. Rêya derketinê ev e, lê dîsa jî ji bo şert û mercên nîqaşê divê rast be. Te vê rewşê bi Afrîkaya Başûr re anî ba hev, ango şibihand hev. Di nuqteyeke li Afrîkaya Başûr de serokê hikûmetê yê wê demê Frederik de Klerk ji bo danûstandinan û çareseriyê li hev kiribû. Ji bo nîqaşkirina çareseriyê li hev kiribû. Li Tirkiyeyê rewş bi vî rengî nîne.
Hevalê we yê pîşeyî yek ji serokên berê yê CPT’ê Maûro Palma gotibû ku meseleya Ocalan meseleyek siyasî ye û çareserî jî divê siyasî be. Hûn tev li vê yekê dibin?
Erê, teqez. Li gorî min îro şert û mercên ku Ocalan têde tê ragirtin û şert mercên Îmraliyê vê rewşê hîn aşkeretir dike. Yanî girtiyekî ji rêzê rû bi rûyê şert û mercên ku Ocalan di nav de, namîne û yekane kesê ku ev qasî demdirêj rû bi rûyê van şert û mercan dimîne Ocalan e. Sedemê ku ev rewş evqas dirêj dike, ew e ku meseleya Ocalan hîn jî meseleyek siyasî ye. 10’ê cotmehê bi daxuyaniya hevpar li 74 navendên cîhanê bi daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ kampanyayek gerdûnî hat destpêkirin.
Têkildarî hamleyê hûn dixwazin çi bêjin û ji bo azadiya Ocalan peyamek we heye?
Ez bawer dikim ku kampanyayek bi vî rengî girîng e û divê bê meşandin. Ji ber ku weke min berî niha got û hevpîşeyên min ên din jî diyar kirî, aşkere ye ku di meseleya Ocalan de çareseriyeke siyasî pêkan û girîng e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dibêje ku girtîbûna bêdem ne çareserî ye. Dadgehê di rewşeke wiha de bi aşkere aniye ziman ku divê çareserî bê dîtin. Di vî warî de pir aşkere ye ku di rewşa Ocalan de pêdivî bi çareseriyekê heye. Pêvajoyeke girtîbûnê ya nediyar û demdirêj nayê qebûlkirin. Ez bawer dikim ku çareserî ne di zext û tecrîdê, di diyaloga siyasî de ye. Divê li dora diyalogek siyasî çareserî bê pêşxistin. CPT saziyeke Konseya Ewropayê ye. Konseya Ewropayê dikare tevlêkariyê li çareseriyeke bi vî rengî bike.
Pirsgirêk dibe ku tam ji vir çavkaniya xwe digire. Bi rengekî ku em sedemê wê nizanin, tevî hemû daxwazên kurdan jî Konseya Ewropayê li hemberî şert û mercên tecrîdê nakeve tevgerê û di nava bêdengiyekê de ye. Ez difikirim ku di asta saziyên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê de ji bo çareseriyê afirandina sînerjiyê wê girîng be. Dema saziyên navneteweyî li pey hev ji mudaxeleyê re amade bûn, ev helwest dikare dînamîkek erênî ava bike ku rê ji çareseriyeke siyasî re veke.
Tam berevajî, Tirkiye hîn jî ji van saziyan dixwaze ku Ocalan weke ‘terorîst’ bê dîtin.
Divê mirov li dîrokê binêre. We qala Nelson Mandela kir. Tevgera ANC a di bin lîdertiya Mandela de, ew jî wê demê weke tevgereke terorîst dihat dîtin. Lê niha ev nayê bîra tu kesê. Me ji bîr kir, ji ber ku dîrok tiştên bi vî rengî ji bîr dike. Tevgerên serbixwe piranî di destpêkê de ji aliyê hinekan ve weke tevgereke terorîst tê qebûlkirin û weke ku fikar dide mirov tê nirxandin. Lê ev pênase û danasîn dibe bi demê re bên guhertin.
Herî dawiyê tiştekî ku hûn dixwazin lê zêde bikin heye?
Tiştekî din a ku pir bala min kişand ew e ku ev demeke dirêj e rewşa seferberî û xwedîderketina Ocalan berdewam dike. Ev hêzeke pir mezin e. Ev seferberî pir bandorê li min dike.
Gelo hûn qala seferberiya ji bo azadiya Ocalan dikin? Bi we divê daxwaz û çalakiyên ji bo azadiya Ocalan berdewam bikin?
Erê, ji ber ku li gorî min rêya çareseriyê dîsa siyasî ye, hebûna tevgerekê li pişt Ocalan pir girîng e. Ger li pişt wî tevgerek tunebe, ihtîmala çareseriyeke siyasî pir kêm dibe.
Marc Neve kî ye?
Parêzer Marc Neve, Serokê Konseya Çavdêriya Navendî ya Girtîgehên Neteweyî yên Belçîkayê ye, ew di warê Ceza û Girtîgeh û Mafê Morovan de pisporek bi nav û deng e. Marc Neve ku di heman demê de di Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî de parêzer e û Serokatiya Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan û Parêzerên Sînornenas jî kiriye. Marc Neve bi taybet li Zanîngeha Lîegeyê ya Belçîkayê û li gelek zanîngehan di qada pisporiya xwe de dersdêrî kiriye. Marc Neve beşeke mezin a kariyera xwe di navbera salên 1999 û 2011’an de di cihgirtina Komîteya Ewropî ya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) de derbas kir. Vê serdemê di heman demê de serokatiya CPT’ê jî kiriye. Îmralî û girtîgehên Tirkiyeyê jî di nav de seredana bi sedan girtîgehên li seranserê cihanê kiriye.