Mannheîm bi lêkolînekê li dor mercên berbiçav, behsa civaknasiya zanyariya xwe dike. Ji bo wî tenê cîhana berbiçav an cîhana konkiret cîhana rastî ye û tenê cîhana han hêjayî lêkolîn û nirxandinê ye. Ew dibawere rastiya berbiçav e ku zanyarî û nasyariya rasterast û nerasterast diafirîne. Loma erka serekî ya civaknasan ‘ravekirina peywendiyên nava nasîn û hebûnê’ ye.
1
Têrma ‘îdeolojî’ li gorî civaknasiya zanyariya Mannheîm xwedî roleke bingehîn û kartêker e û pêwîst e di destpêka vê behsê de were danasîn. Ev peyv di şiroveya xwe de wekî têgeheke takewateyî nehatiye bikaranîn.
2
Mannheîm dibêje ku li gorî wî têgeha îdeolojiyê du wateyên ciyawaz dide ber xwe: Yek; wateya hûrik a ideolojiyê, dudu; wateya girik a îdeolojiyê.
Bi baweriya wî wateya hûrik girêdayî bi rewşekê ye ku di wê de, koma serdest a civakê, ewqasî di parastina rewşa jiyan û civakê de xwedî berjewendî ye ku êdî pirsgirêk û kêşeyên heyî seh nake; bawermendên berjewendîxwaz ewqasî bi hêz in ku dibine eger da kom bi şêwazekî nehişyarane ‘helûmercên rastiyên civakê him ji xwe re him jî ji kesên xeyrî xwe re ji tiştê heyî cihê bixuyînin û bidin selimandin’.
Mannheîm dibawere ku herçend îro roj ew têgeha îdeolojiyê, di ‘teoriya ideolojî’yê de tê bikaranîn lê hemîşe ne bi heman rengî bûye. Ew piştî ezmûn û lêkolînên dîrokî yên têgeha îdeolojiyê digihe vê akamê ku têgeha îdeolojiya hûrik ji rewşa di navbera dereweke sade û çewtiyekê ku akama têgeha dezgehekî çelexwar û şaşfam de ye. Ango têgeha hûrik a îdeolojiyê amaje bi rewşekê dike ku di wê de em wisa difikirin ku bîrûbawerî û karûkiryarên dijî me gumanbar in û em wan wekî çelexwariyeke bi enqest û mebestdar a dûr ji rastiyê dibînin.
3
Ev çelexwariyên han ‘cûreyên ciyawaz bigire, ji dereweke agahdarane ta çelexwariyên nivhişyarane û nexwestî di xwe de dihewînin’. Di têgeha girik a ideolojiyê de nêrînên giştî yên komeke taybet ku li ser biryarên yeko yeko yên komê bandordar e ji nû ve tên avakirin. Li vir Mannheim amaje bi îdeolojiya serdem an komeke dîrokî-civakiya taybet, ango çîn û taximeke destnîşankirî dike ku li ser esasê xwesiyet û pêkhateya hizira serdemê çêdibe.
Mannheîm nîşan dide ku çawa wateya îdeolojiya hûrik a di demên borî de ber bi wateya îdeolojiya girik a serdema nû ve tê guhertin.
Ew dibêje, “Îro roja bedel meyla xuyandina vê rastiyê ye ku dijmin duçarî xerifîn û fetilîna ruhî û ezmûnî bûye, kom bêtir hez dike binyatê giştî yê agahdarî û hizira dijmin bi rêyeke giştalî bide analîzkirin”.
4
Li gorî Mannheîm, têgeha girik a îdeolojiyê du astan di xwe de dihewîne; yek têgeha girik a taybet û ya din têgeha girik a giştî. Têgeha girik a taybet wê deme wate digire ku takekes rewşa taybetiya xwe naxîne bin pirsiyarê û wê weke ferzîneyeke tew û xweser dihesibîne, di halekî de ku bîr û baweriyên aliyê li hemberî xwe tenê weke tiştên girêdayî bi rewşa civakî ya wî raçav dike. Di vê binyatê de nerînên kesê li hember(dijber) di gelemperîtiya wê de tê nirxandin. Berevajî, têgeha girika giştî girêdayî bi wê rewşê ye ku di wê de takekesê lêkoler ‘ne tenê bîr û baweriyên kesê li hember, belkî hemû nêrîn û heta nêrînên xwe jî dide ber analîzkirina îdeolojiyekî’.
Bingeha vê helwestê, ev bawerî ye ku komek dikare xapînkar be lê esasê vê fehma xapînok, ne meyla xapînkariyê ye belkî ew encama rewşa civakî ya wan e ku wan ber bi fehma hanê han dide.
5
Mannheîm tekez dike ku tenê bi rêya vê formûlbendiya giştî li ser têgeha îdeolojiya girik e ku teoriya îdeolojiyê tê nava civaknasiya zanyarî. Loma civaknasiya zanyarî çi qasî ku li çawaniya peywendiyên nava îdeolojiya komekê û helwestên ramyarî yên wê komê bigere, bi têoriya ideolojîk re xwedî rayeke hevpar e.
Ji aliyê din ve ta ku civaknasiya zanyarî berevajî têgeha hûrik a îdeolojiyê ku li gorî wê, helwestên dijberan weke derew û vir û hîle û di akam de şaş tên destnîşankirin û van helwestan weke pêwîst çewt û şaş nehesibîne, ji teoriya îdeolojiyê cihê dibe.
6
Ew tiştê ku ji civaknasiya zanyarî re girîng e eşkerekirina van peywendiyan û xuyandina vê çendê ye ku “binyatên hizirî” yan cûreyên zanînê li ser esasê mercên dîrokî, civakî yên cûr bi cûr bi şêwazên awarte hatine çêkirin; bêyî yek ji wan cîhanbîniyan çewt werin hesibandin. Mannheîm ji bo ku xwe ji tevliheviya du têgehên girik û hûrikên îdeolojiyê di behsa civaknasiya zanyarî de biparêze, berdêla têgeha girika ideolojiyê peyva “wîzyon” bi kar tîne. Mebesta wî ji peyva wîzyon “rewşa civakî û dîrokî ya takekesekî/ê ye ku çawaniya famkirina tiştan li gorî wî/ê destnîşan dike”. Li gor raya Mannheîm famkirina bawerbar a van rewşên dîrokî û civakî rasterast girêdayî bi famkirina sîstemên hizirî yên hevçerx in.
Loma em nikarin bibêjin ku mirov ji hev cihê difikirin belkî “mirovên endamên komên taybet in ku şêwazê xasm ê hizirînê berfireh dikin”.
Bi baweriya Mannheîm, her kes bi egera jidayîkbûn û mezinbûnê di civakê de bi du cûreyan tên pênasekirin;
• Ji aliyekî ve, ev kes tê nava rewşeke amade û
• Ji aliyê din ve, ev kes rastî modelên ji ber avabûnên hizir û kar û reftarî tê.
Mannheîm li ser vê baweriyê ye ku mirov dikare van nerînan tenê bi awayekî ezmûnî û pratîk bide ber nirxandin û hilsengandinê; bêyî ku mirov neçar be wan bi teoriyeke xas ve bi belge bike.
*Ev nivîs ji gotara farsî ya bi navê “Rexneyek Li Ser Civaknasî ya Zanyariya Karl Mannheîm, nîvîsîna E’zem Ravdirad” hatiye wergirtin û kurtkirin.
Mannheîm û boçûnek li ser îdeolojiyê
Ezîz Nê'metî