Bedena jinan bi sedan sal in di nav hişmediya mêrperest de bûye amûra desthilatdarî û tolagirtina mêran. (Elbet tola ku tê girtin jî ne ji jinan tê girtin. Di vir de jin tenê amûra tolhildanê ye.) Pergalên desthilatdar wek nîşaneya serkeftinê jin dîl girtin û ji bo gelên ku têdikoşin ceza bikin êrişê bedana jinan kirin. Ev nêzikatî ne di serdema kevnar de guherî ne jî di serdemên modern de. Di roja me de jî bedena jinan di destê dewletan de wek amûr tê bikaranîn.
Yek ji jina ku bedena wê ji bo ji nifşên din re bibe îbret ji aliyê hişmendiya mêrperest ve hatiye hedefgirtin Harpetia ye. Harpetiaya ku bi zanistê re eleqeder dibe di dema împaratoriya Romayê de ji ber ku di nav têkoşeran de cih girtiye tê kuştin û bedena wê hatiye teşhîrkirin. Desthilatiya demê ji bo bibe îbret bedena wê teşhîr dike lê bedena Harpetiayê dibe nîşaneya têkoşînê.
Tecawiza sîstematîk a ku li Kurdistanê, Afganistanê, Îranê, Bosnayê û Balkanan li ser jinan pêk tê nîşanaya nêzikatiya mêrperest a bedena jinan radixe ber çavan. Elbet êrişa li ser bedena jinan ne tenê êrişa li ser bedenê ye. Ev êriş bi bedena jinê re êrişa li ser civakê ye jî. Ev tehekûma ku hewl tê dayîn ku pêk bê stratejiya şer a hişmendiya mêrperest e.
Yek ji mînaka vê ya herî berbiçav bêguman şervana YJA STARê Ekîn Wan a ku di 2015an de li Vartoyê hat kuştin û bedena wê hat teşhîrkirin e. Cenazeyê Ekîn Wan ji aliyê leşkeran ve hat tazîkirin û li kolanê wêneyên wê hatin kişandin û bi zanebûn bi rêya medyaya dijîtal hatin belavkirin.
Dewletê bi vê kiryara xwe bi awayekî aşkere nêzikatiya xwe diyar kir. Dewletê digot me bedena wê ya tazî li kolanan teşhîr kir û tola xwe jê stand. Digotin me bi bedena wê çavên têkoşerên jin tirsand. Lê miradê wan di dilê wan de ma. Ji ber ku jinan ew wêne bi şerm na bi hêrseke mezin pêşwazî kir. Ji bo jinan ew wêne ne tenê wêneyê Ekînê bû. Ew wêne wêneyê bi hezaran salan ê jinên ku tune dihatin hesibandin bû. Jin bi hişmendiya ‘teşhîr şerma we ye, ne ya me’ herikîn kolanan.
Êrişa li dijî bedena Ekîn Wan di heman demê de êrişa li dijî fikrekî bû. Ekîn Wan ne tenê têkoşerek bû, şahida vê serdemê bû jî. Ji ber vê yekê ye ku em dibên a ku hatiye teşîrkirin ne bedena Ekînê ye nasnameya jinên têkoşer e. Ekîn Wan bi têkoşîna ku da, mîrateya berxwedanê hişt ji jinan re. Wek Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel, Denîz Firat… Îro jin li dijî teşhîrkirin, bêdengkirin û zextan rêxistinbûnê pêş dixin. Hêrsa ku di bedena Ekîn Wan de krîstalîze bû îro li hemû qadên jiyanê olan dide. Jin êdî ji bo bijîn na, ji bo azadiyê têdikoşin. Bedena Ekînê ya ku dewletê bi teşhîrkirina wê digot ‘binêrin me we anî çi halê’ bi bersiva jinan a ku dibên ‘binêrin hûn çiqas ji me ditirsin’ rû bi rû ma. Jin bi saya têkoşîna ku heta îro hatiye dayîn zanin ku bedena jinan qada teşhîra pergalê nîn e. Bedena Ekîn Wan manîfestoya herî bi hêz a têkoşîna azadiyê ye.