10 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Manîfestoya aştiya civakî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna aştî, civaka demokratîk û siyasetê xwedî girîngiyeke mezin e. Di vê pêvajoya ku bûyerên dîrokî û rûdanên ku di çarçoveya pirsgirêka Kurd de qewimîn, banga hatî kirin divê bê bersiv nemîne.

Bi geşedanên li Rohilata Navîn û cîhanê diqewimin re gelek welat di nava qirîsa siyasî û civakî de ne. Welatên ku li gorî pêwîstiyên demê xwe nebiguherinin û ji daxwazên gel re nebibin bersiv ne mumkune ku bikaribin ji vê krîza heyî xwe rizgar bikin.

Bi armanca pêşî li aloziyên heyî bigire û rê li ber demokratîkbûna herêmê bi taybet jî Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê veke Rêber Apo gelek caran bang kir û projeyên girîng pêşkeş kir. Ev nerînên ku di çarçoveya paradîgmeya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê de pêşketin ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû pêkhatiyên herêmê bû çavkaniya herî mezin a jiyana azad û demokratîkbûna herêmê.

Herî dawî Rêber Apo bi rêya şandeya Îmraliyê di 27ê Sibatê bi ser navê “Aştî û Civaka Demokratîk” bangek dîrokî kir. Bêguman, di pêvajoyek wisa girîng de ku li ser herêmên bi destê hêzên kapîtalîst projeyên cûda tên pêşxistin û ji nû ve xetkirina sînoran tê nîqaşkirin, banga hatî kirin ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyek mezin e. Lê ev banga ku ji gelek aliyan ve tijî peyamên girîng in û dikarin qedera herêmê ji nû ve diyar bike, ji aliyên hin derdoran ve kêm tê destgirtin. Divê were zanîn ku nêzîkatiyên li gorî vê girîngiyê nêzî vê banga dîrokî nebin, ne mumkune karibin ji bo bicîhanîna wê jî têkoşînek rast û erênî bidin meşandin.

Divê were zanîn ku banga hatî kirin di civakê de gelek bendewarî çêkir. Ev bendawarî di çarçovaya bersiv û avêtina gavên pratîk ên ji bo vê bangê de ne. Ji bo rêya çareseriyê bê dîtin û li gorî banga hatî kirin gavên maqûl werin avêtin, pêşî her kesê ku muxatabê vê bangê ye divê ziman û helwesta xwe li gorî wê sererast bike. Di vê pêvajoya ku pêdiviya her kesî bi aştiyek rûmet heye de, gava pêşî were avêtin ev e.

Di çarçovaya banga hatî kirin de erk û berpirsyariyên dikeve ser milê hemû partiyên siyasî, saziyên civakî û rêxistinên pişeyî jî hene. Divê hemû alî xwe di ber vê pêvajoyê de berpirsyar bibînin û li gorî vê berpirsyarê tevbigerin. Lê em bala xwe didinê bi taybet hin alî hene ku hewl didin vê pêvajoya di encama bedelên mezin de hatî despêkirin, dixwazin vê pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî ango hizbî binirxînin. Divê were zanîn nêzîkatiyên bi vî rengî teng û kêm ne mumkune ku ji rihê demê re bibe bersiv. Nêzîkatiyên wisa çewt û qels li himberî girîngiya vê bangê û pêvajoya di însiyatîfa Rêber Apo de pêş diveke mehkumî windakirinê ne.

Di nava Tirkiyeyê de hin alî hene ku banga Rêber Apo di çarçoveyek pir şaş û kêm de dinirxînin. Divê were zanîn agirbesta ku PKKê ragihandiye ne ji lewaziyê ye. Ev helweste li himberî banga Rêber Apo û xwe di ber pêvajoyek de berpirsyar dîtine. Çawa ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di gava ewil de berpirsyariyên bi cîh anî, divê li ser banga hatî kirin aliyên dewleta Tirk jî gavên maqûl û pêbawer bavê je. Bi rastî jî eger niyeta Erdogan, hikûmeta wî û Tirkiyeyê ya çareseriyê hebe, divê li beramberî banga Rêber Abdullah Ocalan gavên pêwîst bavêje. Di vê çarçoveyê de divê di destûra Komara Tirkiyeyê de garantiya parastina mafên hemû pêkhate, bi taybet jî gelê Kurd bi awayekî şênber bê destnîşankirin.

Rêber Apo gelek caran ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya siyasî û hiqûqî de were çareserkirin bang kir. Lewma em dikarin bêjin ku banga hatî kirin ne bangeke nû ye, lê belê çarçoveya wê hîn şênber bûye. Bi manîfestoyekê hatiye destnîşankirin. Ev banga Rêber Apo, derfeta têkoşîna hevpar dide gelên Tirkiye û Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de divê her kes xwedî li Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk derkeve û ji bo pratîkirina wê di nava hewldanê de be.

Lê em dibînin ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bi taybet di aliyên nijadperest, faşîst, şerxwaz, rantxwar û aliyên xwe li ser siyaseta şer û înkarê didin avakirin de aciziyek mezin da ye avakirin. Ev kesên ku li ser xwîna gelan xwe didin avakirin bi zimandirêjî û berxwendiyên xwe yên şexsî di ser yên civakê re dibînin ne mumkune ku bikaribin rihê vê demê fambikin. Li hemberî vê zîhniyata genî û têkçûyî jî divê li ser zemînek rast têkoşîn were meşandin.

Ji 27’ê Sibatê û vir ve ne tenê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li çar aliyên Kurdistanê atmosferek erênî heye. Gelek saziyên civakî û hêzên demokrasiyê ji bo serketina banga Rêber Apo di nava hewldanan de ne. Ev hewldan bi têkoşînek yekgirtî û domdar dikare dewleta Tirk ji siyaseta şer bikşîne zimîna diyalogê. Ji ber vê yekê pêwîstî heye ku li himberî hewldanên dixwazin vê pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin têkoşîn were kirin.