18 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk rêya rizgariyê ye’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a rojavayê Kurdistanê Remziya Mihemed got: “Felsefeya rêber Apo ji bo parastina nirxên tevahî gelan, ji bo yekîtî û wekheviyê ye. Bi vê felsefeyê em dikarin dawî li şer, krîz û qeyranan bînin û bi hev re li welatekî aram bijîn. Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk rêya rizgarî û aştiyê ye.”

Di salên dirêj ên aloziya Sûriyeyê de, gelê kurd ê li rojavayê Kurdistanê li hember hemû siyasetên binpêkirin, qirkirin, zilm û dagirkeriya ku ji aliyê rêjîma Esed a rûxiyayî û dewleta tirk ve dihatin meşandin, karîbûn li ber xwe bidin, hebûna xwe îsbat bikin û destkeftiyên mezin bi dest bixin. Bi ketina rêjîma Esed re hêviya gelê Sûriyeyê, nexasim gelê kurd, ew bû ku êdî dawî li vê zilm û zordariya dihat kirin, were. Lê bi hatina hikûmeta nû ya Sûriyeyê re hêviyên gel şikestin û polîtîkayên rêjîmê yên înkarkirin û binpêkirina mafên pêkhateyan dewam kir. Îro kurdên li rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî, pirreng û demokratîk, li ser maseyên diyalogan pêşengiyê dikin. Nenavendîbûn, li hember pergala yekparêz û yekalî altarnatîfeke zêrîn e. Nenavendbûn tê wateya pirrengiyê û xurtkirina pergala bihevrejiyanê. Nenavendbûn welatan xurt dike û rê dide pêkhateyan ku bixwe bikaribin xwe bi rê ve bibin û çarenûsa xwe diyar bikin.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a TEV-DEMê Remziya Mihemed ya li rojavayê Kurdistanê, der barê rewşa Sûriyeyê û girîngiya pergala nenavendî ji rojnameya Xwebûnê re axivî.

Remziya Mihemed di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi kiryar û hişmendiya xwe ya cîhadîst aloziya 15 salan dirêjtir kir û rê li ber şerekî navxweyî vekir û got: “Gelên Sûriyeyê piştî ketina rêjîma Esed bi hêvî bûn ku dawî li siyasetên qirkirin, kuştin, revandin û înkarkirinê were, lê belê hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi kiryar û hişmendiya xwe ya cîhadîst aloziya 15 salan dirêjtir kir û rê li ber şerekî navxweyî vekir. Berovajî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku aramî û ewlehî tê de serwer e û her pêkhateyek bi çand, nasname, reng û baweriya  xwe dijî, li herêmên din ên Sûriyeyê yên di bin serweriya hikûmetê de ev yek pêk nehat. Ev herêm bûn cihê talankirin, revandina xelk û jinan, kuştina welatiyan û cihê tesfiyekirina hesaban. Ji lewra em her tim tekez dikin ku eger hikûmeta nû dixwaze êşên sûriyeyiyan bi dawî bike divê nimûneya li herêmên Rêberiya Xweser (Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) ji xwe re esas bigire. Nimûneya li herêmên Rêveberiya Xweser mozayîka hevgirtina gelan, xweseriya jin û ciwanan e.”

‘Nenavendîbûn şertekî bingehîn e’

Remziya Mihemed bal kişand ser girîngiya avakirina sîstemeke nenavendî ji bo Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Pirrengiya pêkhateyan a di hundirê Sûriyeyê de pêwîstî bi sîstemeke nenavendî dibîne. Sûriye êdî nikare weke salên destpêkê bi yek al, yek ziman û yek olê dewam bike. Bi avakirina sîstema nenavendî re mafê hemû gelên li gund û bajaran dijîn tê parastin û vîna gel derdikeve holê. Gel bi îradeya xwe dikare kesên wan bi rê ve bibe û daxwazên wan pêk bîne hilbijêre. Her wiha her pêkhateyek dikare bi awayekî azad çanda xwe bi pêkhateya din bide naskirin, pirrengiya heyî tê parastin û jiyaneke wekhev tê avakirin. Êdî gel dê xwe berpirsyar bibîne û erkên li ser milê xwe yên ji bo dabînkirina edalet, demokrasî û aştiyê pêk bîne. Ji ber vê yekê sîstema nenavendî ji bo Sûriyeyê şertekî bingehîn e.”

‘Hikûmet me temsîl nake’

Remziya Mihemed têkildarî paşguhkirina rol û têkoşîna jinan a ji aliyê hikûmeta HTŞê ve jî wiha got: “Li rojavayê Kurdistanê bi Şoreşa 19ê Tîrmehê re ku wekî şoreşa jinan têkoşîn û berxwedana wê hat naskirin, jinan di hemû qadên jiyanê de wekî qada siyasî, aborî, çandî, rêveberî, dîplomasî û parastinê de pêşengtî kir. Jinan artêşa xwe Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kir û li hember dagirkerî û êrişên terorî yên DAIŞê parastina ax, destkeftî û şoreşa xwe kir. Jinan ji bo Şoreşa Rojava û pergala Rêveberiya Xweser bi cîhanê bidin naskirin têkoşîneke mezin meşand û bi dehan jinan jî canê xwe di oxira vê de da. Eger mirov li rewşa jinan a piştî hatina hikûmeta nû ya Sûriyeyê binêre, dibîne ku yên herî zêde hatine paşguhkirin û têkoşîna wan nayê dîtin jin in. Di avakirina saziyên hikûmetê de, ta bi nivîsandina destûra Sûriyeyê paşguhkirina rol û hebûna jinan berbiçav bû. Dîsa tundî, kuştin û revandina jinên peravê û Swêdayê hişmendiya hikûmetê ya li hember jin û nasnameya wê derket holê. Ji lewra heta ku vîna jin û civakê esas neyê girtin ev hikûmet dê me temsîl neke.”

‘Rêya rizgariyê’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a TEV-DEMê Remziya Mihemed teqez kir ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Sûriyeyê û jinan rêya rizgariyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêxistinbûna jinên kurd li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinên ereb, tirkmen, ermen û suryan bû tecrûbeyek, rêxistinbûna jinan hişt ku pêkhate jî rêxistina xwe di saziyên Rêveberiya Xweser de mezintir bikin û xweserbûna jinan hat misogerkirin. Ji lewra beşdarbûna jinên kurd di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de girîng e da ku Sûriyeyê ji krîza heyî rizgar bibe û derî li pêşerojek nû vebibe divê jinên kurd cihê xwe di birêvebirina welat de bigirin. Jinên peravê, Swêda, Şam, Îdlib û Derayê dikarin sûdê ji tecrûbeya têkoşînê ya jinên kurd bigirin û ji bo nivîsandina destûreke xweser rol bilîzin. Di heman demê de, ji bo avakirina Sûriyeya ku gelê wê hêvî dikir, ji bo pêşerojeke nû û demokratîk divê jinên sûriyeyî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bikin stûna jiyana xwe. Felsefeya rêber Apo ji bo parastina nirxên tevahî gelan, ji bo yekîtî û wekheviyê ye. Bi vê felsefeyê em dikarin dawî li şer, krîz û qeyranan bînin û bi hev re li welatekî aram bijîn. Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk rêya rizgarî û aştiyê ye.”