12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mana desthilata AKP’ê ji bo jinan gef e

Jinan, di nirxandinên xwe yên ji bo sala 2022’yan de kêrhatibûna xwe nişan da. Di nirxandinên têkoşîn, xebat, qezencên salê de bi şêweyekî şênber, ji nêherandineke neyînî dûr, rexne-şîroveyên pozitîf pêş xistin. Di pêşdeçûna nirxandinan de, tevî kêm û kurtiyên heyî jî, her wiha rexnedayîna li hember kêmasiyan jî li pêş bû. Kêm û kurtiyên salê, li gel hev vegotin. Jinan, bi pêşxistina şîroveyên pratîka sala borî re, hêviyên ji bo têkoşîna sala nû dabîn kirin. Ji sînerjiya sala 2022’yan, ber bi 2023’yan ve…

Bê guman rêxistinên jinan bi xebatên hevbeş ên di asta cîhanê de pê radibin hene lê ev yek bi awayekî xurt ji krîzên heyî yên sîstemê re nabe bersiv. Pêwîst e tevgerên jinan kêmasiya stratejiya têkoşîna hevpar de gorankariyan bikin. Jin, bi mezinkirina tifaqa di navbera xwe de dikarin rê li ber şerê di şexsê jinan de li hember mirovahiyê tê kirin kilît bikin. Li hember van êrîşên gerdûnî pêwîst e jin, bi rêxistinkirina jinên cîhanê yên xwedî proje, bi hewla belavkirina ramanê dînamîk bersive bidin. Mijûliyên her desthilatê, ji bo ji nû ve dîzaynkirina jinan e.

Şerê dayîmî yê li dijî jinan di asta qirkirina çandî û fizîkî de ye lê êrîşên herî xeternak şerê zihniyete yên   bîrdoziyê ne .

Di şerê li dijî jinan de, ku hişmendiya paşverû tevahî binkeftinên xwe yên heyî bi jinan îfade dike; bi hestê tolê rake nêzî jinan dibe. Li hember jinan gurkirina zilam-nêrtî, bi xistina jinan re, biçûkxistina civakê armanc dike. Êrîşên li ser jinan, şerê li dijî temsîlyeta nîvê civakêye. Ne qabûlkirina pergala ayîde jinan e.

Konferansên jinan ên li Tunisê, Berlînê çêbûn de ji bo pêşxistina têkoşîna yekbûyî ya jinên cîhanê, biryarên girîng  bi pêş ketin. Belê ji bo azadî û mezinkirina têkoşîna jinan ev qevzên bi wate ne. Jin, bi rêxistinê mezin dibin, bi hevgirtinê dikare bibe hêza guhertinê.

Tevgerên jinan ên cîhanê divê xwe di vê rastiyê de qaneh bikin ku tu rêxistinên jinan bi tena xwe nikare bandore lê bike ku şerê li dijî jinan tê kirin, ji holê rake. Pêla tundî, zayendparêziyê ku bi şer gur dibe, pêşî girtina wê, miçiqandina vê zihniyete; bi rêxistineke yekbûyî ya jinên cîhanê pêk tê.

Ku tevahî jin bi perspektîfa azadiyê têkoşînê nekin, hemû jin ne xwedî hişmendî, nêrîneke hevpar a azadiyê bin, dê nikaribin li dijî qirkirina zayendî xwedî helwesteke rast bin. Ziwakirina bînyata nijadperestiya desthilatdariyê, bi rêxistina jinan berteref dibe. Di vê der barê de merîv dikare dîroka jinên kurd a têkoşîna civakî ji bo xwe mînak bigire. Ji bo vê jî vekolîn, têkilî, naskirina hev a jinan pêwîstiyek bivê nevê ye.

Mîsal; kolektîfên tevgerên jinan ên ku di asta dinyayê de lêkolînan dikin hene, danehevên wan ên der bare jinan de hatine komkirin hene, dikarin bi vê berpirsiyariyê rabin ku, têvgerên jinan ên welatan li gel hev pêwendiyê pêş bixin. Piştî kuştina Jîna Emînî, pêşveçûna raperîna jinan, baştir fam dibe ku avakirina “pira” ji têkiliyan a di navbera jinên cîhanê de, pêdiviyeke welê ye ku rêxistin li ser têkiliyan berbelav dibeî.

Tê zanîn ku têkoşîna salê ya jinên kurd ji 4’ê çile ku roja komkujiya Silopyayê ye; 9’ê çile ku roja komkujiya 1’emîn a xopana Parîsê ye ku bi plansaziya rêza çalakiyan tê pêşwazî kirin. Ev meh bi bîranîna cangoriyên komkujiyên Parîsê dest pê dike. Starta pêla çalakiyan ji destpêka salê hetanî dawiya salê wiha rêz dibe. Çemê planansaziya çalakiyên salê, ji meha çileyê diherike. Her wiha serkeftina her saleke nû, ji plansaziyêke rêk û pêk çêdibe.

Jinên kurd dengê xwe bi têkoşînê didin hesandin ku ezmûnên xwe bi jinan re parve bikin. Xwe gihandina komên jinan ên deverên cuda ên cîhanê, jê re xebat, proje, gotin û têgeh divê. Ev derfetên ku qala wan tê kirin, li ba tevgera jinan a Kurdistanê gelek in. Bi destpêkirina vê meşê re, bi armanca yek bi yek rêxistinkirina jinan hatibû destnîşankirin. Ji bo pêşdebirina têkiliyan a li gel jinên cîhanê, mijulbûnek kûr a jinên kurd tê dîtin.

Bi destpêkirina sala 2023’yan re rêxistinên jinan starta ku ew ê bi têkoşîna yekbûyî dawî li rejîma AKP-MHP’ê bînin, dest bi xebatên têkoşîna salê kiribûn. Ji lewma ji bo jinan AKP’ê; ji rivdeya endamên şerê teybet e, çûyîna wê ya ji desthilatê ferzek e. Di serî de jin, civak û her kes ji vê rejîmê nexweş e.

Destwerdana xebatên salê, bi plan pêk hat. Jin, di mezinkirina parastina nirxên heyî de bi israr in, ku qadên têkoşînê li xwe zêde bikin. Hîn ji destpêka salê ve aşkere bû ku wê jin, bi berpirsiyariyên xwe rabin. Li pêş jinan, rêvebirina têkoşîneke çetîn divê. Jinan bi destpêkirina xebatên hilbijartinê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê re, bi vê performansa xwe îsbat kirin ku ew hêza civakê ya esasî ne.

Tê zanîn ku di van 20 salên borî yên dema îxtîdara AKP’ê de jin-kujî, destavêtina li ser ruh-bedena jinan bi deh qetan ji kiryarên salên berê xirabtir e. Ev ji bo ewlehiya jinan, gefek e! Mana AKP’ê ya  desthilatê, ji bo destkeftiyên jinan ên siyasî, civakî, hiqûqî û aborî xeteriyek e. Jin, bi biryar in ku dê îxtîdara AKP’ê, defî sergoyê dîrokê bikin…