Di salên 90-95’an de qamyonek me ya MAN hebû. Hingî ku kevn bû ji her derê wê parçeyên rizyayî diweşiyan. MAN a sor deh salan ji min mestir bû. Carna Seleh, yanî hevserê min diçû Iraqê mazot dianî û difirot, lê ji perê ku jê dihat du qatê wî pereyî jî dîsa tev li çêkirina qamyonê dida. Her rojên xwedê li senayê bû û di malê de jî şer bû.
Seleh wiha digot
– Ez ê we tevan bi qurbana tekelê MAN a sor bikim. Her çiqas min digot bifroşe, bide xurdeciyan me jê xelas bike! Karê te xisara te dernaxe, wî serê xwe bera erdê dida û di ber xwe de nifir û xeber digotin me.”
Demekê anîna mazotê qedexe bû, lê carna diçûn bi dizî dianîn. Çed qartonê cixarê malboro didan memûrê gumrikê û derbas dibûn. Ji wan rojê bi dizî mazot dianîn cardin, rojekê çûn mazotê û dema hatin bi rê de di ketina nava Amedê de trafîq wî disekinîne. Hema xwe ji qamyonê davêje û direve, polîs dide ser piştê û direve tê malê, polîs jî li dû. Berî polîs xwe davêje hundir û diqîre.
– Min veşêrin hatin li dû min in! Û hema perdeya ku li ser nivîna rakir û ket binî, lê ji ber ku perde kinbû lingên wî hetanî çongê ji derve mabûn.
Dema polîs hatin hundir ew dîtin, perde rakirin, bi milê wî girtin û ew birin. Lê wî her li min û zarokan gef dixwar.
-Kerno ma qey ez ê neyêm malê?
Ma ez ê we nekujim!
Hûn ê bibînin ez ê çi bînim serê we,
MAN a sor paşê çi jê bû?
Li paytexta Iraq, Bexdayê agir pê ket û şewitî. Em bi wî awayî jê pak bûn. Lê
mixabin xwediyê wê ji kula wê mir.