Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 70 saliya xwe de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol 51 salên xwe di nav xebatên mafên mirovan û çapemeniya azad de derbas kir. Ji ber xebatên xwe 12 salan di girtîgehan de hat ragirtin. Di salan 90î de dest bi xebatên çapemeniyê kir û heta dawiya emrê xwe berdewam kir. Huseyîn Aykol zêdetirî 36 salan mamostetî û kedkariya çapemeniya azad kir.
Her tim di nav lêgrînê de bû
Huseyîn Aykol, sala 1955an, li gundê Poyrazdamlari ya navçeya Salîhlî ya Manîsayê hat dinê. Bavê Huseyîn Aykol ji bo debara malbata xwe bike karê cotkarî, dikandarî û gelek karên cuda de xebitî. Lîseyê li Îzmîrê xwend. Piştî lîseyê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqreyê qezenc kir. Di zanîngehê de xwendekarên çepgir nas kir. Di hilbijartinekê de bû serokê komeleya xwendekaran. Di sala duyemîn a xwendinê de fakulteya tibê berda. Dîsa ket ezmûnên zanîngehê û di beşa zanistên siyasî de bi cih bû. Di heman demê de jî ji bo debara xwe bike di weşanxaneya Serê de xebitî. Di sala 1978an de çend pirtûkên vî yên werger derketin.
12 salên xwe li girtîgehê derbas kirin
Sala 1981ê ji ber xebatên xwe hat binçavkirin û 45 rojan di bin çavan de ma. 45 roj îşkence lê hat kirin, piştî 45 rojên biîşkence hat girtin û ew şandin Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê. Heman îşkence li girtîgehê jî berdewam kir. Piştî hat berdan xebatên xwe li Îzmîrê domand. Li Îzmîrê dîsa hat girtin, 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Ji ber encamên dozên xwe car caran zûtir ji girtîgehê derket. Di wê demê de gelek caran bi hincetên karên wî asteng bikin hat girtin û berdan. Bi giştî 12 salên emrê xwe di girtîgehê de derbas kir. Girtîgeha Mamakê wê demê wekî “dojeh” dihat pênasekirin. Lê piştî rewşa girtiyeke li girtîgeha Amedê hatiye ragirtin dît, der barê girtîgeha Amedê de wiha got: “Dojeha esil girtîgeha Amedê ye.”
36 salan şahidiya dîrokê kir
Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol piştî di salên 1990î de ji girtîgehê derket di rojnameya “Hedef” û “Halk Gercegî” de ku heftane dihat çapkirin xebitî. Piştî dest ji van rojnameyan berda, di rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi xebatê kir. Di rojnameya Yenî Ulkeyê de karên cur bi cur kirin, bi salan gerînendetiya weşana giştî kir. Dema ku di rojnemeya Yenî Ulkeyê de dixebitî şahidiya bombekirina buraya rojnameyê û îşkencekirina hevalên xwe kir. Cengîz Altun dema ku li Êlihê nûçegîhantiya Ozgur Ulkeyê dikir, 24ê sibata 1992yan hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Cengîz Altûn, Huseyîn Aykol wiha bersiva êrişê da: “Em rojnameger in û em ê karê xwe bikin. Em ê wisa bibin layiqê Cengîz.” Paşê jî di rojnameya Ozgur Gundemê de xebatên xwe berdewam kir û 30yê gulana 1993yan di rojnemeya Ozgur Gundemê de xebatên cuda yên rojnameyê meşandin. Piştî ku 14ê nîsana 1994an Ozgur Gundem hat girtin, di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Yenî Yaşamê de xebatên xwe domandin. Mamosteyê Çapemeniya Azad bi giştî 36 salên emrê xwe bi rojnamgeriyê derbas kirin.
Bû mamosteyê rojnamegeran
Huseyîn Aykol di qada Çapemeniya Azad de nêzî 3 hezar xwendekar perwerde kirin. Sedema vê jî bandora Mûsa Anter bû. Her tim bi rojnamegerên ciwan re eleqedar dibû. Dibû bersiv ji bo ciwanan.
Ew deng û hawara girtîyan bû
Yek ji karên ku herî zêde Huseyîn Aykol kelecan dikirin, nameyên girtiyên siyasî bû. Her roj girtiyên siyasî bi rêya nameyan pirsigirêkên xwe û zextên li girtîgehan ji Huseyîn Aykol re dinivîsandin. Her nameyê bi baldarî dixwend û di quncikê xwe yê rojnamayê de dinivîsand. Bi vê yekê dixwest bibe dengê girtiyên siyasî. Dema ku rojên name jê re nedihat xemgîn dibû. Lê dema name dihat bi kelecan nameyê dixwend. Li girtîgehan jê re pirtûkên girtiyan, helbest, bîranîn, wêne û peyamên şînê dihatin. Rojnameger Huseyîn Aykol van nameyan bi baldarî dişopand û yek bi yek nameyan dibersivandin.
Ji her derê name jê re hatin
Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol heya 14ê cotmehê 2025an bênavber xebatên xwe yên rojnamegeriyê domandin. 14ê cotmeha 2025an xwîn çû ser mejiyê Huseyîn Aykol ew rakirin nexweşxaneyê û 2 meh û 17 rojan li nexweşxaneyê li ber xwe da. Heval, dost, girtiyên siyasî û malbata Huseyîn Aykol, tevî ku ne li ser hemdê xwe bû sedan name, peyam jê re hatin şandin, daxwazên başbûn û hêviyên hevdîtinê jê re hatin xwestin.
‘Em ê bigihîjin azadiyê’
Huseyîn Aykol herî dawî, 20ê îlona 2025an, bi boneya salvegera 33yemîn a qetîlkirina Apê Mûsa wiha axivîbû: “Çapemeniya Azad îro rojname û kovaran çap dike, xwedî televîyon e û xîtabî tevahiya cîhanê dike. Me her sal bîlançoya girtin û kuştinan dianî ziman lê belê vê carê ez bi boneya mizgîniyekê hatim vê derê. Dibe ku te jî (Apê Mûsa) bihîstibe. Me agahiyeke baş anî. Îro gelê ku bi salan e şer dide meşandin, maseya aştiyê da avakirin. Tevî astengiyan jî heke ev mase neyê tunekirin em ê xwe bigihînin azadiyê, em bi hêvî ne. Me dixwest em bêjin ti hevalên me nehatin girtin û kuştin. Lê mixabin, îsal jî hevalên me yên hatine girtin û kuştin çêbûn. Bi awayekî hovane û bi tikandina dugmeyekê. Lê bila, ez bawer im em tên dawiya rê. Em ê bigihîjin azadiyê. Me heya niha ji ber şer nûçe çêdikirin lê em ê êdî nûçeyên azadiyê çêbikin. Hûn dizanin gelek qeyran hene. Ji kuştina jinan heya qirkirinên ekolojiyê gelek mijar hene. Tevî vanan zimanê medyaya hewizê jî heye. Werin em bi hev re atmosfera azadiyê ava bikin.”
77 rojan li ber xwe da
Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol, 14ê cotmehê, li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mejiyê wî û ew rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê, saetên destpêka salê îro di 73 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Bû arşîva çapemeniyê
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol, sala 2024, ji bo bîranîna hevrêyên xwe yên hatin qetilkirin pirtûka “Ozgur Basın Tarihi” nivîsand. Her wiha pirtûkên “Haber Basınından İslamcı Medyaya”, “Aykırı Kadınlar: Osmanlı’dan Günümüze Devrimci Kadın Portreleri”, “İlginç Zamanlarda Yaşamak” “Ayrılığın İçinden Geçerken”, “Sol Örgütler Sağ ve İslamcı Örgütler”, “Baskı Grupları: Bizi Kimler Yönetiyor?”, “Modern Propaganda ve Modern Ajitasyon”, “Refah Partisi’nin Tarihsel Gelişimi”, “Gizli MİT’in Açık Tarihi”, “CIA, Gladyo, Mafya Çete”, “Ortadoğu Denkleminde Türkiye-İsrail İlişkileri” ve “Çerkes Ethem/Gerçek Yaşam Öyküsü” hatin çapkirin û gelek pirtûkên wî yên wergerê jî hene.
