20 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mamoste û wêjekaran bertek nîşanê biryara darvekirina Pexşan û Werîşe dan

Mamoste û wêjekarên li rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî daxuyanî dan.

Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê der barê biryara darvekirina cezayê darvekirina li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, Mehdî Hesenî û Bêhrûz Ihsanî bi axuyaniyeke şeremzar kirin.

Sendîkaya Mamosyatên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de nerazîbûn nîşanê sepandina cezayê darvekirinê da û wiha got: “Pexşan Ezîzî û çalakvanên din ên medenî û sendîkayî, bi tekezî daye zanîn ku bidarvekirin ne ku êş û janên bê hejmar ên civakê çareser nake, belku rewşê hêj aloztir dike, lewma  ji karbidestên dadwerî, ewlehî û birêveberî, daxwaza hilweşandina tevahiya cezayên bidarvekirinê û hewldan û lêkolîn bo nehiştina yekcarî ya sizaya bidarvekirinê li nivîs û yasayên sizakirinê de dikin.”

Herwiha hejmarek ji wêjekar û hunermendên Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê nerazîbûnên xwe yên li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî wiha anîn ziman: “Sizaya bidarverkirinê bi ser keçên xwedîşeref ên Kurdistanê, bê cî û sitemkarane ye ku li pêxema çêkirina rewşa tirs û sam û siyaseta bi zorê û tirsandina hikûmî ya xelkê ye ku pêlek ji nîgeranî û bêzariyê li nav xelkê xwedîşeref ê Îranê bi taybet xelkê xwedîşeref û mêrxasê Kurdistanê li pey xwe aniye, em daxazê ji berpirsan dikin ku pêdeçûnê bi vê sizaya sepandî bi ser wan keçên paqîj ên Kurdistanê de bikin û bi lezgînî, vê sizayê hilveşînin. Li egera bidarvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, sonamiyek dê bi rê bikeve û ji bîra ve neçe ku bi tolhildana xwîna (Şehîd), Jîna Emînî, çi qewimî…”