4 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Malpera kovara Lemanê hat astengkirin

BTKê xwegihandina malpera înternetê ya Kovara LeManê asteng kir.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kovara LeManê daye destpêkirin, xwegihandina malpera înternetê ya LeManê asteng kir. Lêpirsîn bi îdiaya “bi eşkereyî heqaret li nirxên olî kiriye” hate destpêkirin. Li gorî agahiyên di malpera înternetê ya Saziya Agahiyên Teknolojiyê û Ragihandinê (BTK) de hatiye belavkirin, xwegihandina malpera “leman.com.tr” hatiye astengkirin.

Çi qewimîbû?

Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji ber ku di Kovara LeManê de cih dane karîkatorên pêxember Mûsa û Muhammed û bi wan rexne li şerê Îran-Îsraîlê girtiye, bi îdiaya “bi aşkereyî heqaret li nirxên olî kiriye” lêpirsîn da destpêkirin. Piştî ku nûçeyên lêpirsînê hatin weşandin, mîlîtanên olperest duh bi şev bi kevir û daran êrişî avahiya kovarê ya li navçeya Beyoglûya Stenbolê kirin.