12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên Xizmên Windayan li aqubata Îpek û Yolûr pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolûr ku li gundê Pasûrê hatibûn binçavkirin û piştre tu agahî ji wan nehatibûn girtin, pirsîn.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” di hefteya 745’an de berdewam kirin. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolû ya navçeya Rezan a Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin li ser bû li erdê hat raxistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ê ku di sala 1994’an de li gundê Çaylarbaşi yê navçeya Pasûrê ya Amedê hatibûn binçavkirin û windakirin hate pirsîn.

‘Em bi dehsalane bi hev re li qadane’

Seroka Gihîştî yê Egîtîmsen’ê Necla Kûrûl beriya xwendina serpêhatiya Windayan axivî û ev tişt got: “Peyama me pir bi wate ye. Em dixwazin bila kes di bin çavan de neyên windakirin. Em li cem malbatên windayan e. Malabat dixwazin dixwazin zarokên wan bên berdan. Yan bi kêmanî perçeyek ji bedena wan bigrin û bixin ber dilê xwe. Lê bi salane ji ber polîtîkayên deweletê yên ku hesab ji kujeran naxwazin û wan ceza nakin lewre  însiyatîf nagrin û xebatên bi bandor di mijara windakirinan de pêk naynin, em bi dehsalane bi hev re li qadan e. Êşa xwe di dilê xwe de digrin û dev ji van qadan bernadin.”

‘Mal û goman şewitandin’

Piştre jî Sekleterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yakup Guven serpêhatiya Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolûr xwend. Guven, vegotinên malbatan wiha ragihand: “Di 18’ê Gulana 1994’an de leşker û cerdevanan bi tank û panzeran bi ser gundê Çaylarbaşi yê gundê Turalliyê de girtin. Di serdegirtina ku serê sibê saet di 08:30 de pêk hat de, piştî ku hemû xelkê Mezrayê li qada dibistanê kom kirin. Piştre tevî sewalên di goman de mal û goman şewitandin.

Piştre jî Seyîthan Yolûr, Servet Îpek, Îkram Îpek, Abdûlkerîm Yolûr, Saît Yolûr û Mehmet Nûrî Yolûr bi giştî 6 kes li heman wesayîtê siwar kirin û birin navçeya Licê. Kesên hatin binçavkirin Abdulkerîm, Saît û Mehmet Nûrî Yolûr anîn ziman ku cendermeyan ew birin qereqolê, şeva xwe di binçavan de derbas kirin û serê sibê hatin berdan. Dema  her 3’ê kesên din ji leşkeran pirsîn, gotin ku danê êvarê ew birine yekîneya leşkerî ya li dibistana şevînî ya herêmê.

Li ser vê agahiyê  ji bo ku em aqûbeta Seyîthan, Servet û Îkram hîn bibin, me bi kesên  hatin berdan re hevdîtin pêk anî û bi nivskî serî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Licê da. Le bi devkî ji me re gotin ku me operasyoneke wiha pêk neaniye û me kes binçav nekiriye.

Li gorî agahiyên ku ketine destê me, me tesbît kir ku yekîneyeke  leşkerên Tûgaya Bolûyê ên wê demê li herêmê operasyon dikirin Seyîthan, Servet û Îkram, binçav kirin. Me ji hemû serlêdanên xwe tu encam bi dest nexist. Piştî wê rojê jî me tu agahî ji Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolûr ne girt.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.