Malbatên PKKiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê girtî, li gelek bajaran serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dan û xwestin têkildarî aqûbeta zarokên xwe bikevin nava tevgerê. Têkildarî mijarê di 13ê Hezîranê de li Amedê daxuyanî hate dayin û piştre jî malbatan serlêdan kirin. Malbatan gotin ku ew dixwazin ji zarokên xwe agahiyan bigirin. Malbatan li ser rewşê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.
Ayşe Sarihan ku ji sala 2015an heta niha tu agahiyan ji kurê xwe Baran nagire, diyar kir ku di zivistanê de hîn bû ku kurê wê 3 sal in girtî ye. Ayşe Sarihan, diyar kir ku ew dixwaze têkildarî rewşa kurê xwe agahiyan bigire.
Nermiye Îverendî jî da zanîn ku kurê wê Mahsum Îverendî 10 sal berê li Dihokê hatiye girtin û ji bo pirsîna aqûbeta wî gelek caran çûye Herêma Federe ya Kurdistanê lê bêyî agahiyekê wergire vegeriyaye. Nermiye Îverendî, da zanîn ku jê re hatiye gotin ku teşkîlata îstîxbaratê ya PDKê Parastinê kurê wê girtiye û wiha domand: “Parastinê got; ‘Me îşkence lê kir lê ne axivî. Piştre jî me radestî asayîşê (saziya îstîxbaratê ya Herêma Federe ya Kurdistanê) kir.’ Ez her mehê diçim herêmê lê bêyî kurê xwe bibînim vedigerim. Bila Barzanî zarokên me bide.”
Nûrşan Acar ku birayê wê Abdulhakîm Acar jî da zanîn ku kekê wê di destê PDK’ê de ye û ev agahî da: “Em dixwazin aqûbeta birayê me ji me re bibêjin. Fikarên me hene. Bila PDK bes êşê bi me bide kişandin.” Dayik Delal Acar jî got: “Bila zarokên me berde. Bila der heqê wan de agahiyan bidin me.”
Bang li Barzanî kir
Aynûr Ataş jî anî ziman ku ji sala 2014an heta niha ji kurê xwe Kemal Taş agahiyan nagire û got: “Em hîn bûn ku salek berê ji hêla PDKê ve hatiye girtin. Ma çi ji zarokên me dixwazin? Ez bangî Barzanî dikim; kurê min û hemû hevalên wî berdin.”
Biraziya Nevzat Uysal, Şermîn Uysal jî da zanîn ku mamê wê di pevçûneke sala 2022yan de bi birîndarî hatiye girtin û ev agahî da: “Me çawa ku agahî girt, em çûn Herêma Federe ya Kurdistanê. Me bi Barzanî re hevdîtin kir. Ji me re gotin ‘Em ê agahiyê bidin we.’ Lê hêj jî li me venegeriyane. Ev 3 sal in nediyariyek heye. Gelo dijî yan na? Em nizanin. Êdî dixwazin agahiyekê jê bigirin.”
‘Bila Başûr guh bide me’
Kekê Erdal Aslan, Yucel Aslan jî da zanîn ku birayê wî di Hezîrana 2021ê di pevçûneke li navçeya Xalîfanê ya Hewlêrê de hatiye girtin û got: “Piştî agahiyê em çûn Başûr. Li Dihok, Hewlêr û Zaxoyê me gelek hevdîtin kirin. Me bi wekîlan re hevdîtin kirin. Lê ji wê rojê heta niha tu agahî nedane me. Divê hikûmeta Başûr guh bide me.”
Bavê Ahmet Bulut, Tahir Bulut jî got: “8 meh berê haya min jê bû ku kurê min weke dîl ketiye destê PDKaê. Gelo li girtîgehê miriye yan sax e? Em nizanin. Em dixwazin agahiyekê ji zarokên xwe bigirin.”
Xwişka Ayhan Tatli, Fatma Tatli jî diyar kir ku ew nizanin ka birayê wan çend sal in girtî ye û got: “Em 2 caran çûn Başûr lê agahî nedan me. Barzanî bila çav û guhên xwe veke û guh bide me. Em dixwazin bizanin ka li girtîgehê ne yan na.”
Reşît Îlbas jî got ku 11 sal in ji kurê xwe Îsmaîl Îlbas agahiyan nagire û ev tişt anî ziman: “2 meh berê agahî ji me re hat, gotin; ‘Kurê we li Iraqê di girtîgehê de ye.’ Ez dixwazim kurê xwe bibînim. Dixwazim bînim vê derê.”