Penaberên bi navê Mobin Veledbeygi, Mesud Hayderî, Bahman Shadruvan, Siyaveş Paksereşt, Afşar Rustemî, Bahmen Şadravan, Hidayet Ruxzadî, Said Ahmedî û Fardin Dervişpur, ji navenda Pave ya parêzgeha Kirmansahê ya rojhilatê Kurdistanê bi rêyên qanûnî derbasî Tirkiyeyê bûbûn. Di 22’ê tebaxê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin. Tirkiye ew radestî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) kiribûn. Malbatên van penaberan li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tehranê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Malbat hatin pêşiya balyozxaneyê. Lê rayedaran destûr neda ku malbat bi rayedarên balyozxaneyê re hevdîtin bikin. Li ser vê malbatan daxwazname radestî polisê balyozxaneyê kirin û li ber deriyê balyozxaneyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatan, wêneyên penaberan hildan û pankarta “Em ji bo xizmên xwe yên penaber û karker ên bêsûc daxwaza berdanê dikin” vekirin. Malbatan, destnîşan kir ku ji ber wan radestî OSO’yê kiriye berpirsê yekemîn Tirkiye ye.
Li ser navê malbatan Raşîn Rustemî, diyar kir ku heta niha ji aliyê balyozxaneyê ve tu agahî bi wan re nehatiye parvekirin. Rustemî, da zanîn ku hewldanên wan îro encam nedin wê bên Tirkiyeyê û bi rayedaran re hevdîtinê bikin û wiha got: “116 roj in em agahî ji xizmên xwe nagirin. Em daxwaz dikin ku dewleta berpirsyariya wê heye di vê mijarê de gav bavêje. Dîsa em ji rêxistinên mafên mirovan û parlamenteran piştgiriyê dixwazin.”
Çalakiya malbatan didome.