Di çarçoveya kampanya “Sêşema na ji darvekirinê re” de îro çalakvanên civaka sivîl û malbatên girtiyên siyasî yê ku cezayê darvekirinê li zarokên wan hatine birîn, li ber Girtîgeha Evîn kombûn û daxwaza ragirtina cezayê darvekirinê kirin.
Di nava kesên tev li çalakiyê bûne de çalakvanên mafên mirov Nêrgiz Mihemedî, Cehfer Penahî, Hestî Emîrî, Areş Sadiqî, Kamîz Nurozî, Şiqayîq Muradî, Arya Şêxî û Hisên Rezaq hebûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye li girtîgehên Îran û rojhilatê Kurdistanê hemû rojên sêşeman wek nerazîbûn li dijî cezayê darvekirinê girtî dikevin greva birçîbûnê.