Malbatên girtiyên nexweş, ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediya ye bêne berdan, çalakiya Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê di roja 37’an de berdewam dikin. Îro jî gelek nûnerên sazî û rêxistinên civakî serdana malbatan kir. Di çalakiyê de dayik axivîn û xwestin ev zilm û tundiya li ser girtiyan bi dawî bibe. Dayikan wiha got: “Ev 37 roj in ji bo zarokên me yên nexweş bêne berdan em li vir in. Em dixwazin zarokên me bêne berdan û li malê derman bibin. Êdî bes e. Ma heta kengî ev zilm dê bidome. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin. Bila darbestên zarokên me nedin ser milê me. 5 darbestên zarokên me bi ser me de şandin. Êdî Bes e! Êdî Bes e! Em bang li Wezîrê Dadê û Serokomar dikin. Em ji bo hemû cîhanê edaletê dixwazin.”