Cenazeyê girtiyê siyasî Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê kuştî hat dîtin, piştî rapora otopsiyê ya li Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê radestî malbata wî kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe wergirt birin navçeya Geverê ya Colemêrgê. Leşker û polîsan li gelek nokteyên rê cenazeyê Soydan rawestandin. Malbatê tevî hemû astengiyan cenaze bi tevlibûna malbat, endamên Rêxistinên DBP, DEM Partiyê yên Geverê, endamên Komeleya TUHAY-DER a Wanê û bi sedan kesan spart axê.
Cenaze li malê şuştin
Polîsan beriya veşartinê wesayîta cenazeyî li xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê dorpêç kirin. Polîsan destûr neda ku cenaze li nexweşxaneyê û mizgeftê bê şûştin. Malbatê jî li ser astengkirinê cenaze li malê şûşt. Bi sedan kesan cenaze piştî bicihanîna wecîbeyên olî li Goristana Asrî ya Bajêrgehê spartin axê. Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez ê piştî veşartina cenaze axivî, ji gel sersaxî xwest û da zanîn ku dê şîn li mala malbatê were danîn.