12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatê cenazeyê Dagdelen ê HPG’yî spartin axê

Malbatê cenazeyê Selman Dagdelen (Piling Devran) ê li Çiyayê Bagokê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da li Artukluyê spartin axê. Cenazeyekî din hêj li morga nexweşxaneyê ye.

Balafirên şer ên dewleta tirk di 1’ê Îlonê de li çoltera Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê êrişa hewayî pêk anîbû. Di êrîşa  hewayî de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên ku parçe bûbûn û nehatin naskirin, birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê. Piştî testa DNA’yê hate zanîn ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest daye, endamê HPG’ê Selman Dagdelen (Piling Devran) e.

Li ser vê yekê malbat hat Mêrdînê û cenazê kurê xwe ji morgê girtin. Cenazeyê ku malbatê bir navçeya Nisêbînê, derengî şevê gihişt Goristana Hecaceyê. Polîsên ku goristan dorpêç kirin, destûr da ku tenê ji ferdên malbatê dayik, bav û birayên Dagdelen tev li merasîma veşartina cenazeyî bibin.

Polîsan destûr nedan ku xwişkên Dagdelen, rêveberên MEBYA-DER û welatî beşdarî merasîma veşartina cenazeyi bibin. Piştî ku malbatê cenaze veşart, li mala xwe şîn danîn.

Hat dîtin ku li morgê cenazeyek din jî tê rawestandin.